Serpîl: Ji bo daxwaza aştiyê biçin qadên 8’ê Adarê 2018-03-06 09:13:34   Duygu Cînîvîz    AMED - Rojnamegera Evrenselê Serpîl Berk diyar kir ku rojanemgerên jin wek her qada jiyanê dema karê xwe dikin jî rastî zextan tên û ev tişt anî ziman: “Tevî zor û zehmetiyan em têkoşîna xwe dimeşînin. Ez karê ku em dikin watedar dibînim.”    Ji 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re demek kurt ma û di her qada jiyanê de jin rastî êrîşan tên, ligel vê jinên rojnameger jî rastî êrîşan tên. Rojnamegerên jin ku hem li qadê rastî êrîşan tên hem jî rastî êrîşên desthilatdariyê tên, di vê 8’ê Adarê de jî li pey nûçeyan e.    Rojnamegera Evrenselê Serpîl Berk destnîşan kir ku wek jinan li her qadê li djî zehmetiyan têkoşînê dimeşînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema tu rojnameger be zext zêdetir tê dîtin. Tê xwestin ku yek reng bê afirandin û hewl didin tirsê li ser gel biafirînin û em di pêvajoyek wisa de rojnamegeriyê dikin. Em di alî pîşeyî de pirsgirêkan dijîn lê karê me gelek watedar e. Divê rojnamegerên jin li dijî zextan têbikoşin.”   ‘Li pişt me holdîng tuneye’     Serpîlê destnîşan kir ku ew hewl didin bibin dengê hemû kesên tên bêdengkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di mijara ragihandina tiştên rast de, rojnamegerî alav e. Em di saziyên çapemeniyê yên holdîng li pişt wane naxebitin. Heta pir caran ji ber em muxalîf in em rastî ambargoya aborî tên.”    ‘Em bi rastiya tiştên em dikin bawer in’   Serpîlê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku bi OHAL’ê re televîzyon, radyo, rojname hatine girtin û li hember malperan jî sansur pêk hatiye û wiha pê de çû: “Tevî vê saziyên çapemeniyê di mecrayên cuda de pîşeya rojnamegeriyê meşandiye. Em li dijî zextan bêdeng namînin. Di alî rojnamegerên muxalîf de înat girîng e. Em bi rastiya tiştên ku dikin bawer in.”    ‘Em ê dengê aştiyê bilind bikin’    Serpîlê balkişand ser helwesta çapemeniya alîgir a li hember êrîşên Efrînê û got çapemeniya alîgir ‘yek deng e’ û bi mudaxaleyên desthilatdariyê weke ku ji sedî 80’ê civakê piştgiriyê dide operasyona Efrînê nîşan didin. Serpîlê daxuyakirin ku wê dengê aştiyê bilind bikin.   ‘Divê gel di aştiyê de israr bike’    Serpîlê di dawiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Rojnamegerî di her demê de girîng e. Di şer de civakan qezenc nekiriye. Divê hemû gel di aştiyê de israr bikin. Divê daxwaza aştiyê bê qêrîn. Ez wek rojnamegerek jin wê bi daxwaza aştiyê tevlî 8’ê Adarê bibim û nûçeyan bişopînim. Divê gel jî di aştiyê de israr bikin.”