Ji heyeta jinan a li Efrînê bang: Em bi rihê berxwedanê dakevin qadên 8’ê Adarê 2018-03-06 09:12:22   Ruhenda Amed   EFRÎN - Heyeta jinan a ji Başurê Kurdistanê ji bo piştgiriyê bidin berxwedana jinên li Efrînê, bang li hemû jinan kirin ku di 8’ê Adarê de ji bo Efrînê dakevin qadan.   Heyeta Efrînê ya Komîteya Jinan a Kurdistanê li dijî êrîşên Efrînê di 24’ê Sibatê de ji Başurê Kurdistanê derketin rê. Heyeta jinan ji 18 kesî pêk dihat, li Cizîr, herêma Firat û Mînbîcê serdan pêk anîn û di 1’ê Adarê de derbasî Efrînê bûn. Heyeta ku saziyên cuda ziyaret kirin, di merasîmên cenazeyan de jî li cem gel cihê xwe girtin.   Ji nûnerên Zerdeşt a di heyetê de cih girt, Avat Husamedîn Tayîd wiha got: “Ji bo em bêjin em li cem gelê Efrînê ne em ji Başurê Kurdistanê hatin vir. Em dixwazin peyama ‘em yek deng yek parçe ne’ bidin cîhanê. Em gelê Kurd destûrê nadin mêtîngeriya li ser axa Kurdistanê. Sedema hatina me ev e ku em detsurê nedin mêtîngeriya dewleta Tirk.”   ‘Divê li Lahey bên darizandin’   Avat daxuyakirin ku cîhan li dijî komkujiyên li Efrînê pêk tê bêdeng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê em ê bêdeng nemînin. Heta niha bi sedan jin zarok û kal û pîr hatin qetikirin. Em şîroveyên li ser mirinan naxwazin. Lê dema li Fîlîstinê zarokek tê qetikirin şermezar dikin û dibin xwedî helwest. Lê çima îro ji bo Efrînê heman helwest nayê nîşandan. Divê ev li Lahey bên darizandin. Em ê li Efrînê bi ser bikevin.”   Nûnera HDP’ê ya Başurê Kurdistanê Mizgîn Arî jî li ser berxwedana jinê ya li Efrînê wiha got: “Dema em hatin Efrînê me dît ku felsefefa jina azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Rojava çawa pêşengiyê dike. Li dijî serdsetiya mêr pêşengiya jinê berdewam dike. Em jin li her derê jiyanê ava dikin. Em ê berxwedanê mezin bikin û biherikin hemû qadan.”