Şoreşgera Fransizî: Berxwedana Efrînê wê bi rihê 8’ê Adarê bigihêje serkeftinê 2018-03-06 09:03:42   Devrim Arjin Amed   QAMIŞLO - Berxwedana li dijî êrîşên TSK û komên girêdayî wê berdewam dikin û Denîz Têkoşîn a Fransizî ku di têkoşîna Rojava de cih digire diyar kir ku armanca êrîşê jiyana azad û wekhev a jinan ava kiriye û bang li hemû jinan kir ku  di 8’ê Adarê de li dora Efrînê bibin yek.   Êrîşa Tirkiye û komên girêdayî wê ya li dijî Efrînê di roja 46’an de berdewam dike û gelek kesên ji cîhanê di avakirina xweseriya demokratîk a Rojava de cihê xwe girtibû. Denîz Têkoşîn a Fransizî jî yek ji van kesan bû. Denîz ev 6 sal in li Rojava ye. Denîzê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji Jinnews’ê re nirxand.   Denîzê bi lêv kir ku hewl tê dayîn ku dîroka jinan ji aliyê serdestiya mêr ve bê paqijkirin, lê jin bi hezaran sal e li dijî vê yekê têkoşînê dimeşînin û wiha got: “Di destpêka mirovahiyê de di dema xwedawendiyê de baweriyek mezin li dijî hêza jinê hebû. Di wê civakê de şer tunebû, baweriya li dijî jinê gelek xwezayî bû. Bi destpêka Sumeran re hat xwestin dîroka jinan bê tunekirin. Di Kuran û încîlê de jî cih didin vê. Di wir de jî mafên jinan li ser navê olê guneh hat hesibandin.”   “Di şoreşa Fransayê de jî mafê jinan nehat dayîn’   Denîzê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser şoreşa Fransayê û got di nokteya nasandina mafê jinan de gelek şûnde maye û di Danezana Mafê Welatî û Mirovan de tenê mafên mêran cih girtiye.   Denîzê daxuyakirin ku dema nû Tirkiyeyê êrîşî Efrînê kir di heman demê de êrîşî perestgeha Eyn Dara ya xwedanwend Înanna kiriye û wiha pê de çû: “Ev jî di esasê de şerê mêr yê li dijî jinê ye. Ev xwedî wateyek taybet e. Di bin navê şer de li dijî pergala jinê êrîşek heye. Di pergala Rojava de mafên jinan ji pergala Ewropayê berfirehtir e. Ji ber vê jî dixwazin mafên jinan bi giştî ji holê rabikin.”   Denîzê destnîşan kir ku berxwedana Efrînê berxwedanek mezin a jinê ye û bang kir ku divê her kes piştgiriyê bide vê berxwedanê û bi lêv kir ku divê  jin di 8’ê Adarê de dakevin kolanan û got wê berxwedana Efrînê bigihêje serkeftinê.