Bi hatina 8'ê Adarê wê Jinwar jinan himbêz bike 2018-03-06 09:01:42   Civîn Husên   DIRBÊSIYÊ - Endama Komîteya Avakirina Jinwarê Rûmet Heval bi boneya 8'ê Adarê diyar kir ku dê hêviyên jinan geş bibe û got ku avakirina Jinwarê ya warê jinan wê bibe çandek cîhanî  û bibe bersiva herî xurt a li dijî tundî û dijbertiya li ser jinan.   Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê endama Komîteya Avakirina Jinwarê Rûmet Heval diyar kir ku ew ê bi rihê berxwedana Efrînê 8'ê Adarê pêşwazî bikin û wiha got:"Ev duyemîn 8'ê Adarê ye ku li Jinwarê tê pîrozkirin. Berî ku amadekariyê wê bê kirin hemû ax û çol bû lê niha gelek pêşketin çêbûn û avakirina Jinwarê bi keda jinê û bi coşa 8'ê Adarê didome. Li Jinwarê duyemîn 8'ê Adarê bi coş û şahnaziyek mezin tê pîrozkirin. Em bi hêvî ne ku di demek nêz de wê xebatê avakirina Jinwarê bi dawî bibe û dê rê li gelek pîrozbahiyên 8'ê Adarê ên azad û aştiyane veke."   Rûmetê diyar kir ku ji bo 8'ê Adarê amadekariyên wan ên pir baş hene û wiha domand" Ev projeya me ya Jinwarê wê pir belav bibe û bibe mînak ji tevahî cîhanê re, em ê gelek gundan ava bikin ku ev yek ji şîdet û neheqiyan bibe bersiva çareseriyê."    'Em ê 8'ê Adarê bi berxwedana Efrînê tacîdar bikin '   Rûmetê diyar kir ku jinên di 8'ê Adarê de li dijî hemû cureyên neheqî û şîdetê têbikoşin û wiha domand:" Di 25'ê Mijdara 2016'an de cara yekemîn li Jinwarê çalakiyek hat lidarxistin. Ji destpêka avakirina Jinwarê heta niha gelek malbat li vir bi cih bûn. Dê malbatên nû jî li Jinwarê bi cih bibin. Malbatên li vir wê di nav jiyanek hevpar bijîn û bi hev re 8'ê Adarê pîroz bikin. Em ê 8'ê Adarê bi berxwedana Efrînê tacîdar bikin."   'Jinwarê dê bi rihê berxwedana Efrînê 8'ê Adarê pîroz bike'   Rûmetê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî:"Ji bo me hemû roj 8'ê Adarê ne. Jinên ku ji destpêka berxwedana Efrînê têkoşiyan wan ji wê demê heta niha bi têkoşînek bêhempa 8'ê Adara xwe pîroz kirin. Roja Jinên Cîhanê li tevahî jinên azadîxwaz û têkoşer pîroz be. Avakirina Jinwarê dê bibe parçeyek ji berxwedana Efrînê. Jinwarê dê bi rihê berxwedana Efrînê 8'ê Adarê pîroz bike."