ROJEVA 6'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-06 09:00:00   *Endama Komîteya Avakirina Jinwarê Rûmet Heval bi boneya 8'ê Adarê diyar kir ku dê hêviyên jinan geş bibe û got avakirina Jinwarê ya warê jinan wê bibe çandek cîhanî  û bibe bersiva herî xurt a li dijî tundî û dijbertiya li ser jinan. BI DÎMEN   *Endama Heyva Sor a Kurd Şêrîn Mihemed derbarê Berxwedana Serdemê ya Efrînê de anî ziman ku ew ê di qada tenduristiyê de xizmetên xwe bidomînin û got dê Efrînê bi têkoşîna xwe ya bêhempa bi ser bikeve. BI DÎMEN   *Berxwedana li dijî êrîşên TSK û komên girêdayî wê berdewam dikin û Denîz Têkoşîn a Fransizî ku di têkoşîna Rojava de cih digire diyar kir ku armanca êrîşê jiyana azad û wekhev a jinan ava kiriye û bang li hemû jinan kir ku  di 8’ê Adarê de li dora Efrînê bibin yek.   *Li cîhanê tevî ku jin di têkoşîna azadî û wekheviyê de di eniya pêş de cih digirin jî hewl tê dayîn ku navê wan bên jibîrkirin, lê tevî wan pêkanînan jinan ev kevneşopiya berxwedanê heta roja îro anîn. Li welatên wekî Rûsya, Avustralya, Amerîka û Fransayê bi mîrayeta ku girtine di 8’ê Adarê de daxwazên xwe diqîrin û li Yemen, Sudana Başûr, Somalî, Haîtî, Nîjerya û Kamerunê jin ji ber şerê navxweyî nikarin dengê xwe bilind bikin. Jinên li dijî îşkenceya zayendî û komkujiyan disekinin, di eniya pêş ya berxwedanê de cih digirin lê kes dengê wan nabihîze.   *Heyeta jinan a ji Başurê Kurdistanê ji bo piştgiriyê bidin berxwedana jinên li Efrînê, bang li hemû jinan kirin ku di 8’ê Adarê de ji bo Efrînê dakevin qadan.   *Hevseroka giştî ya berê a HDP’ê Fîgen Yuksekdag a li girtîgeha Tîpa F a Hejmara Yek a Kandrayê dimîne diyar kir ku wê di girtîgehê de bi girseyî 8'ê Adarê pîroz bikin û got: “Em dizanin ji Şengalê heta Efrînê, ji Stenbolê heta Amedê wê jin me bibihîzin. Li girtîgehê dîwar ne derd e. Li Efrînê jinên berxwe didin wê dîroka 8’ê Adarê ji nû ve binivîsin.”   *Rojnamegera Evrenselê Serpîl Berk diyar kir ku rojanemgerên jin wek her qada jiyanê dema karê xwe dikin jî rastî zextan tên û ev tişt anî ziman: “Tevî zor û zehmetiyan em têkoşîna xwe dimeşînin. Ez karê ku em dikin watedar dibînim.” BI DÎMEN