Li ser Pira dehderê û Baxçeyên hewselê qurnefîl li jinan hatin belavkirin 2018-03-05 18:14:46               AMED- Bi  minasebta nêzîkbûna 8’ê Adarê 8’ê Adarê çalakiyên jinan ên cûr bi cûr berdewam dikin. Di çarçoveya van çalakiyan de di pêşengiya TJA’yê d li Pira Dehderî  Baxçeyên Hewselê yên Amedê li jinan qurnefîl hatin belavkirin.    Bi  minasebta nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakiyên jinan ên cûr bi cûr ku dan destpêkirin berdewam dikin di çarçoveya van çalakiyan de di pêşengiya  Tevgera Jinên Demokratîk (TJA) yê de li Pira Dehderî û li Baxçeyên Hewselê Qurnefîl li jinan hatin belavkirin.  Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp, Hevseroka  HDP'ê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn, Hevseroka DBP'ê Naşîde Toprak, endam û rêvebirên HDP û DBP'ê jî tevlî çalakiyê bûn. Û bang li jinan kirin di 8’ê Adarê de tevli mîtînga 8’ê Adarê ya ku wê li Amedê bê lidarxistin bibin.   Herwiha jinan herî dawî bi çemê dîcleyê de jî qurnefîl berdan û çalakiya xwe bi dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî 8’ê Adarê” bi dawî kirin.