Li gundê Nisêbînê yê ku hat dorpêçkirin serdegirtina malan 2018-03-05 11:48:23   MÊRDÎN - Taxa Nisêbînê ya bi navê Duruca di saetên serê sibehê de ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li malan lêgerîn hatiye kirin  û ragihandin ku ji nêzî gund dengê çekan jî hatiye.   Taxa Nisêbînê ya bi navê Durucayê di saetên serê sibehê de hat dorpêçkirin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatin girtin;  hat ragihandin ku ji aliyê leşkerên serê sibehê di 05.00'an de ketin taxê ve li malan lêgerîn hatiye kirin û ketin û derketina li taxê jî hatiye qedexekirin. Hat ragihandin ku li malên berê hatibûn tespîtkirin lêgerîn hatiye kirin û ji herêma nêzî gund jî dengê çekan hatiye.