Tîjda: Jin li ku dibin bila bibin berxwedana wan hevpar e 2018-03-05 11:05:44   Devrîm Arjîn Amed   DÊRIK - Jina şoreşger a enternasyonalîst Tîjda, bal kişand ser êrîşên Tikriye û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê û got; "Dewleta tirk jinên ku di şoreşa Rojava de cih girtine hedef digire. Ji vê piştevaniya çalakiyên jinên cîhanê a ji bo jinên Rojavayî girîng e.  Jin li ku dibin bila bibin berxwedana wan hevpar e."   Li gel jinên kurd gelek jinên enternasyonalîst jî ji roja destpêka şoreşê de tên Rojava û bi pergala ku li Rojava hatiye avakirin re dibin yek.  Yek ji van jinan jî jina enternasyonalît a Fransî Tijda ye. Tijda ya ku berî bi demeke kurt hatiye Rojava, diyar kir ku ew ji ber wekî jineke enternasyonalîst ji bo ku şoreşê nas bike berî bi du mehan hatiye rojava û di dirêjiya axaftina xwe de wiha got: "Nakirina şoreşa jinê ji bo min gelek girîng e.  Sedema hatina min jî ev e û min gelek tiştê nxwe ş dîtin.  Li Rojava tişta herî zêde bala min kişand berxwedana jinan bû."   Tîjda anî ziman ku heta niha çawa jinê li ber xwe daye û wê ji niha û pêde jî ev berxwedan berdewam bike û wiha dirêjî da axaftina xwe; " Jin ji bo rêxistinkirina xwe meclis û komunan ava dikin. Li gorî min ev ji bo ku hemû jinên cîhanê rêxistinbûna xwe ava bikin gelek girîng e."   Jinên cîhanê ji bo Efrînê li ser piyan e   Tijda ya ku kampanaya ji bo Efrînê "jin li ser piyan e" bi bîr xit ev tişt got: "Jin ji bo Efrînê li ser piyan e. Ji bo vê kampanyayê piştgiriyeke mezin tê. Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye. Ev pêşketineke girîng e û ji ber gerdûnî bûye bûye berxwedana hevpar a hemû jinan."   'Armançkirina Efrînê fetisandina şoreşa jinê ye'   Tijda di berdewamiya axafitna xwe de wiha got: "Dewleta tirk jinên ku xwe bi rêxistin dikin û şoreşa jinê pêk tînin armanc dike. Dixwaze ku jinên pergaleke demokratîk dijîn tune bike.  Em niha li Efrînê ji berxwdana Efrînê re şahidiyê dikin." Tijda ya ku di berdewamiya axafitna xwe de got jinên li eniya şer li ber xwe didin di kesayeta YPJ û HPC'ê de berxwedaneke bi rûmet didin, anî ziman ku ev bandora xwe li ser tevahiya civakê dike û wiha berdewam kir; "Divê ku em jinên şahidiya vê berxwedanê dikin hêz û piştgiriyê bidin vê berxwedanê."   'Berxwedana jinê ji eniya hevpar tê meşandin'   Tijda diyar kir ku berxwedana jinê taybet e û ev tişt got; "Di 8'ê Adarê de kesên ku piştgirî dan vê berxwedanê û xwedî lê derketin hemû jin bûn piştevanên vê berxwedanê û bi hemû hêza xwe tevli bûn. Pankarat amade kirin, dirûşim nivîsîn û ev jî nîşan dide ku berxwedana jinê ji aniya hepar tê dayîn."   'Bijî 8'ê Adarê bijî berxwedana Efrînê'   Tijda diyar kir ku berxwedana Efrînê ya ku hemû cîhan lê xwedî derdikeve mezin bibe piştevaniya jinan girîng  û wiha dawî li axaftina xwe anî; "Jin li ku dibin bila bibin berxwedana wan hepar e. Bijî berxwedana jinê ya 8'ê Adarê û YPJ, bijîn jinên ku li Efrînê li ber xwe ddin."