Jin TV diyariya mezin a têkoşîna jinê ye 2018-03-05 09:54:54   ENQERE - Jinên ku bi kelecanek mezin li bende televîzyona jinê Jin Tv’yê ye ku ew ê di 8’ê Adarê de dest bi weşanê bike, diyar kirin ku piştî rojnamegeriya jinê avakirina televîzyonê gelek watedar e.   Weqfa Jinan a Newa di 9’ê Çileyê de di 5’emîn salvegera qetikirina siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz (Sara) , Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez(Ronahî) de daxuyaniyek da  û diyar kirin ku wê Jin Tv bê avakirin.  Televîzyona ku di hemû astên wê de jin cih digirin, bi kelecanek mezin tê payîn. Televîzyon wê di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de dest bi weşanê bike.   ‘Divê jin nêzî jiyana aborî û civakî bê kirin’   Îpek Gur got televîzyon ji bo hemû jinan gelek girîng e û ev tişt anî ziman: “Ev televîzyon wê pirsgirêkên jinan bîne ziman û yek ji tiştên herî baş ya ji bo jinê hatiye kirin e.Ev di heman demê de diyariya herî mezin a ji bo jinan e. Ez ji bo hemû jinên piştgirî dane televîzyonê spas dikim.”   Îpekê ev pêşniyar kirin: “Ligel rêxistinbûn û civakîbûna jinê, wê bernameyên ku jin aboriya xwe dikaribin ava bikin, bê kirin. Ev di heman demê de wê gelek jinî biguhere. Jinek li malê, li kolanê, li qada cemawerî dikare xwe çawa îfade bike? dikare çawa li dijî zîhniyeta serdest a mêr têbikoşe? Bersivên van wê di televîzyonê de hebin. Divê xwedî naverokek ku jinan nêzî jiyana civakî bike be.”   ‘Divê televîzyon serhildana jinan derxe holê’   Îpekê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku jin û jiyana wê bi xwe renge û wiha pê de çû: “Di rihê her jinekê de serhildan heye. Ev bi perwerde û weşangeriya rast wê derkeve holê. Divê rolek wisa ya televîzyonê hebe.”   ‘Jin di rojnamegeriyê de bi serketibin wê di vir jî bi ser bikevin’   Gulîstan Aydogdu jî bi lêv kir ku wê dema agahiyên avabûna televîzyonê girtiye gelek kêfxweş bûye û ev tişt anî ziman: “Piştî JINHA’yê avabûna televîzyonekê ji bo tevgera jinan a Kurd serkeftinek mezine. Ez gelek bi nirx dibînim. Her wiha ji ber roja Sakîne ew hatine şehîdkirin, hat îlankirin jî gelek watedare. Divêx wedî li rojnamegerên jin û weşangeriya jinê derkevin.  Ji ber zextan êdî hatiye asta ku nekare nûçe bê çêkirin. Lê tevî êrîşan rojnameger bi serketin û wê televîzyon jî bi ser bikeve.”   Rojnameger Dîren Yurtsever jî vebûna televîzyonê gelek watedar dît û wê jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Em dibînin ku rojnamegerî û weşangeriya jinê gelek girînge.  Vebûna televîzyoneke jinê jî gelek watedare. Televîzyon armanc dike ku jin li her derê bê dîtin. Emê heta dawî piştgiriyê bidin televîzyonê.”   Munube Koç jî balkişand ser destkeftiyên jinan û got ev serkeftina jinê ye. Munubeyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez ji bo hemû jinên di televîzyonê de dixebitin serkeftinê dixwazim.  Di qada çapemeniyê de jî li dijî zîhniyeta serdest têkoşîn meşandin girînge. Ez bi kelecanek mezin li bende bernameyên wê me.”