Aktîvîstên jin ên Wanê: Xesandina kîmyewî ne çareserî ye 2018-03-05 09:53:51   WAN - Aktîvîstên jinan destnîşan kirin ku xesandina kîmyewî di pêşîgirtina îstîsmara zarokan de ne tedbîreke mayînde ye û ji komîsyona derbarê pêşîgirtinê de hatiye avakirin jî ne bi hêvî ne.   Ji ber nebûna polîtîkayên mayînde yên derbarê îstîsmara zaendî de, şîdet û îstîsmara zarokan berdewam dike û li Meclîsê ji bo pêşîgirtina îstîsmara zayendî komîsyon hat avakirin. Jin û rêxistinên pîşeyî diyar kirin ku xesandina kîmyewî ne çareseriyek mayînde ye. Aktîvîstên jin ên Wanê jî nêrînên xwe anîn ziman.   ‘Ne pirsgirêka tenduristiyê ye, sûc e’   Endama VAKAD ya hatiye girtin, Songul Ozunver bi lêv kir ku xesandina kîmseyî bi giştî ji bo bê ceza bê hiştinê tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêkanîna xesandinê bînin wê tecawizkar di nav me de bi rehetî bigerin. Ji ber ev kes li alî şîdetê ne, vê carê wê bi cureyên din ên şîdetê derkevin pêşberî me. Wê êrîşkartir derkevin pêşberî me. Ev rewş divê wek pirsgirêka tenduristiyê neyê dest girtin. Ev sûc e. Divê ev li ber çavan bê girtin û cezayên giran bên dayîn. Xesandin ne çareserî ye. Dibêjin divê her kes xwedî li zarokên xwe derkevin. Lê îstîsmar li her derê ye. Ma em zarokan heps bikin? Mexdur dîsa tê mexdurkirin.”   ‘Divê cezayên giran bên dayîn’   Aktîvîsta YAKA-KOOP’ê Gulmay Gumuşhan jî daxuyakirin ku di du salên dawî de îstîsmara zayendî zêde bûye û wiha pê de çû: “Li Wanê zaroka 38 rojî, li Panosê bav zarokên xwe îstîsmar kir. Cezayên ji bo van tên dayîn gelek kêm in. Komîsyona ji 6 kesî pêk tên ava kirine. Lê ev ne çareserî ye.Divê cezayên giran bên dayîn. Cezayên dadgeh didin têr nakin.”