Jinên Edeneyê: Ji bo jinên Efrînê dakevin qadan 2018-03-05 09:52:59   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Jinên ji Platforma Jinan a Edeneyê, ji rêxistinê ked û pîşeyê û partiyên siyasî, ji bo 8’ê Adarê bang kirin û gotin: “L dijî kuştinên jinan, îstîsmara zarokan, şîdet û şer, ji bo jinên Efrînê dakevin qadan.”   Amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi çalakî û bernameyên xwe didome. Di 8’ê Adarê de wê Platforma Jinên Edeneyê, rêxistinên pîşeyî û kedê, jinên partiyên siyasî wê li Qada Ugur Mumcu bên cem hev û  ber bi Parka Ataturkê meşekê pêk bînin.   Seroka Egîtîm Sen a Edeneyê Seçîl Sonmez destnîşan kir ku dema 8’ê Adarê tê gotin têkoşîna jin didin tê hişê wê û got: “Jinan bi zor ji qada xebatê dûr dixin. Bi OHAL û KHK’yan xistin bin zextan.  Jinan ji karê wan dikin. Hepsê malê dikin. Mirin, şîdet û îstîsmar her diçe zêde dibe. Ev polîtîka ji aliyê AKP’ê ve ji bo hebûna xwe biparêze tê kirin. Em di 8’ê Adarê de li qadan e. Em ê li dijî ferzkirinan li qada bin."   ‘Ji bo jinên li Rojava berxwe didin’   Ji Rêveberiya HDP’a Edeneyê Suzan Kiliç jî balkişand ser êrîşa li hemberî Efrînê û diyar kir ku jin li Efrînê li dijî zilmê berxwe didin û divê ew jî li vir hêzê bidin jinên Efrînê û got ji bo jiyanek azad bila hemû jin dakevin qadan.   Sekretera Aborî ya Egîtîm Senê Seher Kiliç a ji peywira xwe hat îxrackirin jî bi lêv kir ku li dijî OHAL’ê divê îsal bi awayekî xurt tevlî 8’ê Adarê bibin û got divê ji bo her jinên tên qetilkirin ew di 8’ê Adarê de li qadan cihên xwe bigirin, dengê xwe bilind bikin. Seherê di dawiyê de da zanîn ku ew xwedî hêza ku hemû pirsigrêkan çareser bikin.   Ji Platforma Jinan a Edeneyê jî Derya Çîçek jî daxuyakrin ku divê ew li dijî şer dakevin qadan û diyar kir ku wê hemû jin di 8’ê Adarê de li dijî êrîşan berxwe bidin.