Mekiye: Bila jin di 8'ê Adarê de dakevin qadan û azadiyê biqîrin 2018-03-05 09:03:47   Rojda Aydin   AMED - Endama Dîvana Hevserokatiya KCD’ê Mekiye Guzel 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê pîroz kir û anî ziman ku zextên li ser jinan nikarin xêza wan a têkoşînê bişînin.     Endama Dîvana Hevserokatiya Kongra Civakên Demokratîk (KCD) Mekiye Guzel 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê pîroz kir û got  welatê ku qedexe û êrîş lê hebin ji mafên jinan, demokrasî û ji azadiyê bêpar e . Mekiye anî ziman ku zextên li ser jinan nikarin hêza  têkoşînê ya jinan bişikînin.     Mekiye got ku 8’ê Adara îsal li dijî êrîşên ku li ser jinan pêk tên wê bibe hûnandina têkoşîna dîrokê û wiha got: “Em ê di roja 8’ê Adarê de bi coş û kelecaneke mezin li qada mîtîngê bin. Pêwîst e mirov li salên 2016-2017’an de ku jin çi jiyane binêre. Ev du sal e li erdnigariya Kurdistanê li dijî destkefitiyên jinan êrîş tê kirin. Bi taybetî jî di sala 2016’an de piştî ku qayûm tayine şaredariyên BDP'ê hat kirin pergala hevseokatî jî hat tunekirin. Ji ber ku pergala hevseokatiyê ji cîhanê re mînak bû di serî de êrîşî wê hat kirin. Ji ber ku di pegala hevserokatiyê de wekheviya jin û mêr hebû.”   ‘Zihniyeta baviksalar êrîşî navendên jinan kir’   Mekiye di berdewama axaftina xwe de got ku li dijî destkeftiyên jinan êrîş hat kirin, lê belê jinan li dijî vê êrîşê ser netewand û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Divê jin tu carî dev ji berxwedana xwe bernedin. Navendên jinan piştî ku qayim dest bi xebatên xwe kir bi zihniyeta xwe ya baviksalar rêve dibe. Qeyûmê ku gelek gelek navendên jinan girtin li yên mayî jî mêr bi cih kirin. Lewra jî zihniyeta baviksalar di navendên jinan de serdest îro. Îro herî zêde jin bi awayekî sistematik rastî tacîz, îstîsmarê tên û herî zêde jin tên kuştin.”   ‘Em qedexeyên li dijî 8'ê Adarê nas nakin’   Mekiye di dirêjiya axaftina xwe de got ku li dijî êrîşên tên kirin ew ê bi rihê seferberiyê bibin bersiv û wiha pê de çû: “Êrîşên ku li dijî serkeftina jinan dest pê kirine divê em di 8’ê Adarê de wan veguherînin têkoşînê. Em qedexeyên ku li dijî 8’ê Adarê tê kirin nasnakin û me jinan ev bi helwesta xwe baş nîşan da. Ji ber vê jî li Sêrt, Mêrdîn, Êlih, Amedê û li gelek bajarên din em ê bi bernameyên xwe û li dijî zihniyeta ku dixwaze jinan di malê de heps bike li kolanbin.”     Zext nikarin hêza me bişkînin'   Mekiye di dawiya axaftina xwe de got ku jin li dijî hemû astengan wê fikrên xwe û rihê xwe yê têkoşînê bikin qîrîna azadiyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Li hemû cihanê 8’ê Adara bi coşekî mezin tê pîroz kirin. Lê belê  li Tirkiyeyê belavkirina qurnefîlan jî di wê rojê de qedexe ye. Welatê ku qedexe û êrîş lê hebin ji mafên jinan, demokrasî û ji azadiyê bêpar e. Lê belê zextên li ser jinan nikarin hêza me ya têkoşînê bişikîni. Em bang li hemû jinan dikin ku dakevin qadan û azadiyê biqîrin.”