Şandeya jinan a duyemîn giha Rojava! 2018-03-04 18:17:24   DÊRIK - Şandeya başûr û bakurê Kurdistanê ev cara duyem e ji bo berxwedana Efrînê diçe rojava. Şandeya ku derbasi Rojava bû ji aliyê şandeya Kongreya Stra ve hat pêşwazîkirin.   Şandeya jinên başûrê Kurdistanê û bakûrê Kurdistanê ku ji 32 kesan pêk tê di deriyê Sêmalka yê Eyaleta Dêrîka Hemko ya Rojavayê Kurdistanê re derbasî Rojava bû. Şande li Rojava ji aliyê Komiteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Star ve hat pêşwazîkirin.    Di nava şandeyê de malbatên şehîdan, RJAK, Yekîtiya Jinan, Tevgera Goran, Çalakvanên Siyasî, Rojnamevan, Tevgera Azadî û xwendekar hene. Ev şande ji her sê perçeyên Kurdistanê pêk tê û armanca wê piştgirî dyaina berxwedana Efrînê ye.    Herwiha şandeya ku derbasî rojavayê Kurdistanê bû wê wê 8'ê Adarê jî li Erînê bi jinên Efrînê re pîroz bike.