Polîs li Enqere û Çorluyê êrîşî jinan kir! 2018-03-04 16:09:26   ENQERE - Polîs li Enqeryê êrîşî mîtînga ku wê di pêşengiya Platforma Jinan ya Enqereyê de bi hat li darixsitin kir û gelek jin hatin binçavkirin. Di encama êrîşa ku hat kirin de nûçegîhanêa MA'yê Dîren Yurtseven jî hat binçavkirin. Herwiha polîs li Çorluyê jî êrîşî jinan kir.   Polîs li Enqeryê êrîşî mîtînga ku wê di pêşengiya Platforma Jinan ya Enqereyê de bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi hat li darixsitin kir.  Polîsên ku hatin ber Şaredariya Çankayayê ya wê mîtîng lê bihata li darxistin di serî de heqaret li jinan kirin û piştre jî bi derbkirinê xwestin ku jinan ji qadê dûr bixin. Li gel êrîşan jinên ku ji qadê derneketin, vê carê jî rastî êrîşa bi gazê û polan hatin û di encama van êrîşan de gelek jin hatin binçavkirin.    Herwiha nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever jî bi hinceta ku karta wê ya çapemeniyê tune ye hati binçavkirin û nûçegîhanên din yên ku xwestin nûçeyê bişopînin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.   Li çorluyê jî êrîş: 8 kes hatin binçavkirin   Li çorluyê jî jinên ku li gel qedexeya qeymeqamtiyê ya bi hinceta ewlehiyê dadaketin qadan bi êrîşa polîsna re rûbirû hatin û 8 jin hatin binçavkirin.