‘Werin em dakevin qadan û cîhanê ji cihê wê bi hejînin’ 2018-03-04 10:18:26   Bêrîtan Canozer   STENBOL - Ji berdevkên Piştevaniya Mor Gamze Ozkok bang li jinan kir ku di 8’ê Adarê de dakevin qadan û ev tişt vegot: “Me dît ku serhildan çi bi me didin qezenckirin. Werin em bi hev re di 8’ê Adarê de dakevin qadan û cîhanê ji cihê wê bihejînin.”    Me saleke ku bi dehan jin hatin qetilkirin, rastî tecawizê hatin, rastî êrîşa hat li pey xwe hişt û jinên Piştevaniya Mor li dijî van hemû pêkanînan bang li hemû jinan kirin ku di 8’ê Adarê de dakevin qadan.   ‘Em di krîzekê de ne’    Ji berdevkên Piştevaniya Mor Gamze Ozkok daxuyakirin ku AKP’ê di 16 sal desthilatdariya xwe de her tim hewl daye destkeftiyên jinan ji destê wan bigire û got: “ Em di pêvajoyeke ku bi dehan jin hatine qetiklirin, bi sedan zarok rastî îstîsmarê hatine û mafên jinan ji dest hatine girtin de derbas dibin. Desthilatdariyeke ku hundirê têkoşîna jinê vala dike li pêş me ye.Em di vê pêvajoyê de 8'ê Adarê bi rêxitin dikin    'Tê xwestin jinan bikin koleyê desthilatdariyê’    Gamzeyê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser 8’ê Adarê got 8’ê Adarê tora berxwedanê ya jinan li dijî desthilatdariya mêr rêxistin kiriye û ev tişt anî ziman: “Jinan li dijî her êrîşan kolan bi kar anîn. Em pêvajoya OHAL’ê dijîn. Em di OHAL’ê de hewl didin bîhna xwe bigirin. Em niha welatekî di şer de ne. Desthilatdariyê tevî van krîzan her tişt li aliyekî hiştiye û êrîşî jinan dike. Dixwazin berxwedana jinan bişkînin. Jinan li dijî qanûnan miftitiyê berxwedanek mezin nîşan da. Li kolanan têkoşîn mezin kir lê qanûn dîsa hat derbaskirin. Tê xwestin jinan bikin koleyê desthilatdariyê.”    Gamzeyê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku bila bên cem hev û cîhanê li cihê wê bihejînin.