Ji bo 8'ê Adarê semîner ji jinên Çilaxa re hat çêkirin 2018-03-03 13:55:53   GIRKÊLEGÊ - Bi boneya 8'ê Adarê û bi pêşengtiya Kongreya Star bi dirûşma "Hemû jin rabin ser piyan ji bo Efrînê" semînerk ji jinên bajarokê Çilaxa re hat çêkirin.   Bi hatina Roja 8'ê Adarê Cejna Jinên Cîhanê, bi pêşengtiya Kongreya Star û bi dirûşma "Hemû jin rabin ser piyan ji bo Efrînê" rêzeçalakî tên lidarxistin. Bi vê armancê li bajarokê Çilaxa yê Girkêlegê jî û bi tevlîbûna bi sedan jinên bajarok, ji bo danasîna vê rojê û parastina nirxên jinê her wiha silavkirina berxwedana Efrînê semînerek hate lidarxistin. Semîner bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê nirxandin û giringiya vê rojê hate vegotin.    Semîner ji aliyê Endama Rêveberiya Buroya Jin a di Meclisa Sûriyeya Demokratîk de Canda Berzan ve hat rêvebirin. Candayê wiha got: "Despêkê em 8'ê Adarê li tevahî jinên kedkar û li jinên Efrînê yên ku li hember êrîşên dewleta Tirk li berxwe didin pîroz dikin. Di 8'ê Adarê de jin li cîhanê bi rengên cuda vê rojê pîroz dikin, dadikevina qadan û bi aşîtiyê bang dikin, lê di 8'ê Adara 2018'an li Rojavayê Kurdistanê jinên Kurd, Ereb û Suriyan berxwedaneke bêhempa li dijî êrîşên dewleta Tirk li Efrînê didin meşandin. Îro ji xaka Mezopotamiyayê em bang bi azadiya tevahî jinên cîhanê dikin da ku em jin hêza xwe bikin yek û vê rojê pîroz bikin. Wekî ku 8'ê Adarê bi têkoşîna jinê gihiştiye serkeftinên mezin, bi tekoşîna jinê wê ji bo Efrin jî tevahî jin rabin li ser piyan û şoreşa xwe biparêzin."     Semîner bi nîqaşan bidawî bû.