Li Meletiyê jinek hat qetilkirin 2018-03-03 13:50:33   MELETÎ - Li Meletiyê Hakan Firat jina bi navê Kubra Gungor a ku xwest ku dev ji wî berde, qetil kir.   Li navçeya Yeşilyurt a Meletiyê mêrê bi navê Hakan Firat, Kubra Gungor a ku xwest dev ji wî berde qetil kir. Hakan Firat ê ku Kubra qetil kir ji cihê bûyerê reviya. Kubraya ku rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Meletiyê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Kubrayê ji bo otopsiyê şandin Saziya Tip a Edlî. Her wiha Hakan Firat jî hat girtin. Hat zanîn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.