Qedexeya li Amedê hat rakirin 2018-03-03 13:22:20   AMED - Walîtiya Amedê qedexeya 115 gund û gundikên navçeyên Lîce, Hênê û Karazê serê sibê rakir.   Walîtiya Amedê li 115 gund û gundikên girêdayî navçeyên Lice, Hênê û Karazê yên girêdayî Amedê bi hinceta operasyonê derketina derve ya di 02’yê Adarê de îlan kir, serê sibê rakir. Walîtiya Amedê bi daxuyaniyek nivîskî, diyar kir kir ku ji saet 06.00’an de qedexe 115 gund û gundikan rakiriye.