Kongreya Starê ji bo 8'ê Adarê li Qamişloyê semîner li dar xist 2018-03-03 09:52:43   QAMIŞLO - Bi dirûşma "Ji bo Efrînê jin rabin ser piyan " Kongreya Star a kantona Qamişloyê bi boneya 8'ê Adarê semînerek li dar xist.   Bi dirûşma "Ji bo Efrînê jin rabin ser piyan " Kongreya Star a kantona Qamişloyê bi boneya 8'ê Adarê li Taxa Xerbî ya Qamişloyê semînerek li dar xist. Bi dehan jinên komîn û meclîsan beşdarî semînerê bûn. Her wiha di semînerê de wêneyên jinên têkoşer û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat aliqandin.    Semîner bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Pişt re endama Rêveberiya Kongreya Star a kantona Qamişloyê Şaha Xelîl semîner da. Di semînerê de hat gotin ku têkoşîna jinên Kurd dê agirê 8'ê Adarê û têkoşîna berxwedana Efrînê gur bike.    Li ser jinên tekoşer û berxwedana serdemê sinevizyon hat temaşekirin.    Semîner bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana Efrînê", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.