Gumanbarê ku Rabîa Yeşîldal qetil kir hat girtin 2026-11-29 18:03:14 AKSARAY- Gumanbar Necatî Doganay ku Rabîa Yeşîldal qetil kir hat girtin.   Duh li Aksarayê Necatî Doganay, Rabîa Yeşîldal bi çekê qetil kir. Gumanbar hat binçavkirin û cenazeya Rabîa Yeşîldal jî rakirin morga nexweşxaneyê û piştre li gundê Karkin hat definkirin.   Gumanbar piştî kar û barê îfadeyê sewqê edliyeyê hat kirin û ji aliyê Dadgeriya Ceza Sulh ve hat girtin.