Tulay Hatimogullari: Divê jin li ser maseyên biryardanê bin 2026-11-28 14:26:54   ENQERE - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogulları, di “Civîna li ser Aştî û Civaka Demokratîk a bi Jinan re” de axivî û got: “Em nikarin pêş ve biçin heger jin li ser maseyên biryardanê nebin.”   Ji aliyê Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve Civîna li ser Aştî û Civaka Demokratîk a bi Jinan re hat organîzekirin. Di çalakiyê de Hevseroka DEM Partiyê Tula Hatîmogullar, Berdevka Meclîsa Jinan Halide Türkoglu û Yüksel Mutlu Cih giritn.   Civîna ku ji bo nîqaşkirina nêrîn, pêşniyar û rexneyên derbarê pêvajoya ber bi aştiyê û civakeke demokratîk ve hat lidarxistin, jinên ji baweriyên cuda, perspektîfên siyasî yên cûrbecûr û paşxaneyên civakî yên cihêreng anîn cem hev.   'Bêyî jinan li ser maseyên biryardanê, em nikarin pêş ve biçin'   Tulay Hatîmogullari di axaftina xwe de, pêvajoya aştiyê di çarçoveya bawerî, dadmendî, hemwelatiya wekhev û têkoşîna ji bo azadiya jinan de nirxand û bal kişand ser wê yekê ku cihêrengî çavkaniyeke dewlemendiyê ye. Tulay Hatimogulları bal kişand ser xalên hevpar ên jinan di têkoşîna wan a ji bo jiyaneke wekhev de û got: “Li vê salonê, em ji bo her kesî  bêyî ku bawerî, nasname an şêwaza jiyana wan çi be  mafên wekhev û jiyaneke azad dixwazin. Riya bidestxistina vê yekê, di aştiyê de û di avakirina civakeke demokratîk a bi hev re de derbas dibe. Em nikarin pêş ve biçin hege jinan li ser maseyên biryardanê nebe.”    Her wiha di civînê de rola jinan di avakirina aştiyê de hat nirxandin, daxwazên hevpar û qadên têkoşînê hatin diyarkirin, û li ser gavên berbiçav ên ku dikarin bên avêtin da ku aştî di jiyana civakî de cih bigire, nîqaş hatin kirin.