Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya 2026-11-26 10:42:38   ENQERE - Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, bi rojeva pêvajoya Aştî, komisyona li meclise bê avakirin, Kampanyaya Budçeya Ked, Aştî û Edaletê û hevdîtinên budçeyê civiya.   Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li Navenda Giştî ya partiyê civiya. Hat zanîn ku dê di civînê de geşedanên dawî yên derbarê Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û rojeva siyasetê de, komisyona li meclise bê avakirin, Kampanyaya Budçeya Ked, Aştî û Edaletê, hevdîtinên budçeyê û ji bo plansaziya 15 rojan civiya.