ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2026'AN 2026-11-26 09:00:00   *Rêvebera Komeleya Dema Jinê Derya Aslan balkişand ser kêmasiyên xizmeta bi Kurdî a di rêveberiyên herêmî de û got divê mafê zimanê dayikê ji aliyê rêveberiya navendî ve bikeve bin ewlehiya hiqûqî. DÎMEN HEYE    * Ji bo civakekê, aramî carinan tê wateya gihiştina hestiyên hezkiriyên wan û karîbûna xatirxwestina ji wan. Ji bo Êzidiyan îro yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya ji nû ve avakirina jiyanê, nezanîna aqûbeta windahiyên wan û nikarîbûna xatirxwestina dawî ya ji hezkiriyên wan e. DÎMEN HEYE    * Li Êlihê xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê, bang li rayedarên dewletê kirin û gotin: "Em dixwazin pêkanînên kêfî ya li hemberî girtiyan bê rawestandin û girtiyên siyasî bên berdan." BI DÎMEN    *Jinan der barê Santrala Termîk a Sîlopiyê ya li Bajaroka Gite ya Sîlopiyê ye axivîn û wiha gotin: “Em têkoşîna ekolojîk ji ya azadiya jinê cuda nanirxînin. Em li qadan e û têkoşîna xwe didomînin. BI DÎMEN    *Xizmên girtiyên nexweş ên ji Amedê yên tevlî çalakiya nobedê ya li ber Wezareta Dadê bûn, wiha gotin, "Wezareta Edaletê li pey çi ye? Ew behsa pêvajoyek aştiyê dikin, lê divê pêşî girtiyên me yên nexweş serbest berdin. Divê hemû gelê me biçe Wezareta Dadê. Divê em vê neheqiyê biqedînin." DÎMEN HEYE