Li Amedê li djî pergala mêr meş 2026-11-25 18:09:52   AMED - Li Amedê, bi boneya 25’ê Mijdarê, bi hezaran jin dimeşin û daxwaza jiyaneke dûr ji tundî û zordariyê dikin.   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), bi hezaran jin li navçeya Peyasê  ya Amedê bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan kom bûn . Jinên ku kom bûn ber bi Parka Roboskiyê ve dimeşin û dirûshmên li dijî tundî, kuştina jinan û pergala serdestiya mêr berz dikin.   Hûrguliyên zêdetir dê bên dayîn…