Li Germiyanê panelek li ser aboriya serbixwe ya jinê hat dayîn 2026-11-25 13:47:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kelarê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tûndiya li ser Jinê, panelek hat dayîn. Di panelê de astengiyên li pêşiya pêşketina jinan hene hatin destnîşankirin û îşaret bi kêmkirina diyardeyên tûndûtijiyê ya li Germiyanê hat kirin.   Li salona Huner ya li navçeya Kelar a navenda îdareya Germiyanê, di çarçoveya çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê de palanek bi sernavê ‘Serbixwetiya darayî ya jin û bandora wê ya li ser tûndûtijiya malbatê’ hat dayîn.   Di panelê de Mamostayê Olî Dr. Ebdullah Hesen, Lêkolînera Dadê Medya Hemecan, Rêvebirê Rêveberiya Têkoşîna li dijî tûndiya li ser Jinê ya Germiyanê Eqîd Elî Cemal wek panelîst axivîn.   Lêkolînera Dadê Medya Hemecan balkişand ser aliyê yasayî yê karkirina jinê û got: “Yasayê ti rêgirî li ber karkirina jinan nekiriye, piraniya bûyerên tundûtûjiyê yên li dijî jinan tundûtûjiya derûnî û fîzîkî ne. Her wiha yek ji sedemên wan pirsgirêkên ku tên cem me ewe ku jin di karê xwe de serbixwe ne.”   Her wiha di berdewamiya panelê de Nûnera Îdareya Germiyanê ya Karûbarên Jinan Heyfa Mecîd got ku di salên berê de gelekî kêm jin xwedî karê xwe bûn, lê niha gelek jin xwedî dahat û aboriya xwe ya serbixwe ne. Heyfa Mecîd da zanîn ku ev yek dê bandoreke mezin li ser geşbûna bazarê û kêmbûna tundûtûjiya li dijî jinan bike û dê bibe sedem ku jin zêdetir baweriyê bi xwe bînin.