Li Qendîlê çalakiya 25’ê Mijdarê:Têkoşîn berpirsyariya hemû kesî ye 2026-11-24 20:55:10       NAVENDA NÛÇEYAN-Meclisa Jinan a Binarê Qendîlê bi boneya 25’ê Mijdarê çalakî hate lidarxistin û hate gotin ku 25’ê Mijdarê bibe wesîleya destpêka pêngaveke nû ji bo civakek bê tundî û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê berpirsyariya her kesê ye.   Li Binarê Qendîlê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî, bi beşdariya jinan û beşên cuda yên civakê bi pêşengtiya Meclisa Jinan ya Binarê Qendîlê çalakiyek hate lidarxistin û piştî çalakiyê daxuyanî ji çapemeniyê re hate dayîn.   Di destpêka çalakiyê de daxuyaniya Meclisa Jinên Binarê Qendîlê ji aliyê Serwîn Celal ve hate xwendin û tê de wiha hate gotin: “Îro em li Binarê Qendîlê kom bûne da ku dengekî hevpar, dengekî li dijî her cûre tundî, zilm, cudakarî û heqareta li dijî jinan bilind bikin. 25’ê Mijdarê ne tenê rojeke, lê rojeke ku em li ser êş û neheqiya ku bi hezaran jin li çaraliyê cîhanê pê re rûbirû dimînin, bifikirin.   ‘Nikarin jinan bêdeng bikin’   Tundiya li dijî jinan ne tenê lêdan û îstîsmara fizîkî ye. Gef, îstîsmar, zexta psîkolojîk, sînordarkirina azadiyê, bêparhiştina ji perwerde û kar û astengkirina beşdarbûna jinan di biryardanê de, evane hemû cûrên tundiya li dijî jinane. Em li Binarê Qendîlê dixwazin îro peyamek zelal bidin ku rûmeta jinan nayê binpêkirin. Dengê jinan nayê bêdengkirin û divê tu jin ji ber ku ew jine, ji maf û azadiyên xwe bêpar nemîne.   Qendîl ne tenê naveke li ser nexşeyê, belkû jinên Qendîl ne tenê navekî li ser nexşeyê ye, lê jinên têkoşer, dayik, mamoste, doktor, hemşîre, cotkar û jinên jêhatî hene ku bi mêran re di avakirin û pêşxistina civakê de beşdar dibin. Em bawer dikin ku bêyî beşdarbûn û azadiya jinan tu civak nikare pêşveçûnek rastîn bi dest bixe.   ‘Bila bibe destpêka gavek nû’   Em daxwaz dikin ku her jinek mafê jiyanek bêtirs, derfetên perwerde û kar û beşdariya jinan di biryardanê de hebe. Divê tu dozek tundiyê bi bêdengkirina mexdûrê neyê bidawîkirin. Divê jin di hemû warên jiyanê de piştgirî û parastina qanûnî û civakî werbigirin. Em dixwazin bibêjin ku azadiya jinan ne diyariyek ji kesî ye; Ew mafek xwezayî ye, rûmeta jinê bi gotinan nayê parastin. Belkû, ew bi kiryar, helwest û edaletê tê parastin. Bila 25’ê Mijdarê bibe destpêka gaveke nû ber bi civakek bê tundî, wekhev û bi rûmet ve.”   Her wiha di berdewamiya çalakiyê de Sarya Çiya daneyên li ser tundiya li dijî jinan ragihand û tê de wiha hate gotin; “Tundiya li dijî jinan ne tenê hejmar û doz in. Li pişt her hejmarê jinek heye, êş, tirs û heye.   Li gorî Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jin û Malbatê, 12 hezar û 456 gilî li Herêma Kurdistanê hatine tomar kirin; Di nav wan de 3,500 dozên tundiya fîzîkî, 3,000 dozên tundiya navmalê, 99 dozên belavkirina wêne û vîdyoyan bê razîbûn, 95 dozên tundiya sîber û 73 dozên tundiya zayendî hebûn.Di sala 2025’an de, Hewlêr, Silêmanî û Duhok di nav deverên ku herî zêde dozên tundiyê lê hatine tomar kirin de bûn. Her wiha di şeş mehên pêşîn yên sala 2025’an de nêzîkî 1,600 lêgerîna bi rêya telefonê li xeta germ ya 119 li Silêmaniyê hatine tomarkirin ku 950 ji wan ji jinan bûn. Piraniya bangan ji bo şêwirmendiyê û lêgerîna alîkariyê bûn. Hinek ji wan bi zorbaziya fîzîkî, psîkolojîk û sîber ve girêdayî bûn. Ev hejmar bangên xeta germin, ne tevahî gilînameyên fermî ne.   Li gorî raporek Rêxistina Aştî û Azadiyê, heta nîvê Gulana 2026’an, li Silêmaniyê herî zêde qetilkirinên  jinan çêbûne, piştî wê jî li Hewlêrê û Kerkûk tên. Ev hejmar tenê bûyerên hatine ragihandin dihewînin û asta êş û tundiya ku jin di jiyana rojane de dijîn bi tevahî nîşan nadin û ji ber tirs, zext, şerm an jî nebûna piştgiriyê nagihîjin saziyên fermî.   Têkoşîn bepirsyariya me hemûyane   Em îro ji Qendîlê dibêjin; Divê tu jin ji ber tirs, zext, nebûna piştgiriyê an jî nebûna penagehê bêdeng nemîne. Têkoşîna li dijî tundiyê berpirsiyariya me hemûyan e; Ew berpirsiyariya malbat, civak, sazî, qanûn û desthilatdariyê ye. Jin jiyanek bê tirs, bê tundî heq dikin.”   Her wiha Dilşêr Îbrahîm peyamek sozê ya mêrên Binarê Qendîlê xwend û got: “Ji bo parastina rûmet û mafên jinan û bidawîkirina her cûre tundiyê, beşdarên merasîma 25’ê Mijdarê baweriya xwe bi wekhevî, azadî, rûmeta mirovan û mafên bingehîn yên jinan tînin. Em van soz û berpirsiyariyeke hevpar radigihînin:   "*Em li dijî hemû cûrên tundiya fizîkî, psîkolojîk, civakî û aborî ya li dijî jinanin.   *Em pabendin ku rûmet, azadî û mafên yasayî yên hemû jinan biparêzin.   *Em piştgiriyê didin perwerde, kar, beşdariya siyasî û civakî û serbixwetiya jinan.   *Em bêdengiya li dijî tundiyê wekî helwesta xwe nabînin û emê hewl bidin ku rêyek ewle peyda bikin da ku alîkarî bê xwestin û qurbaniyan werin parastin.   *Em ê hewl bidin ku civakê, bi taybetî nifşê ciwan, li ser maf û rûmeta jinan hişyar bikin.   *Em pabendin ku di mal, dibistan, cihên kar û hemû saziyan de hawîrdorek ewle û dadperwer bafirînin.   *Em parastina jinan tenê wek erkê Meclisa Jinan ya Binarê Qendîlê nabînin. Belkû vê, ew berpirsiyariyeke hevpar a hemû kes û saziyên di civakê de ye.   *Em soz didin ku em vê peyamê di çarçoveya merasîmekê de nehêlin, lê bi rêya kiryar û helwestên xwe yên rojane bikin beşek ji jiyana civaka xwe.”   Di dawiya çalakiyê de, darek wekî sembola tundiya li dijî jinan hate amadekirin û her jinek bi nivîsandin û daliqandina li ser darê beşdarî çalakiyê bû.