Li Qamişloyê panela ji bo têkoşîna li dijî tundiyê 2026-11-24 14:00:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk, bi hevkariya Saziya Sara ya ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, bi wesîleya 25’ê Mijdarê panelek li dar xist   Di çarçoveya çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê de, Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk, bi hevkariya Saziya Sara ya ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” panelek li Rêşa Derwîş bi mijara tundiya yasayî û siyasî, ji cudakarî û vederkirinê heta dad û beşdariya siyasî ya wekhev axivî.   Rêşa Derwîş di destpêka axaftina xwe  de bal kişand ser tundiya yasayî û siyasî ya li ser jinan û diyar kir ku tundî ne tenê bi êrîşên fizîkî û derûnî sînordar e, bi yasa, polîtîka û pratîkên cudakar jî mafên jinan tên binpêkirin, azadî û beşdariya wan a di biryardayînê de asteng û sînordar dikin.   Rêşa Derwîş bal kişand ser hinek şêwazên tundiya yasayî, bêparhiştina jinan ji wekheviyê di mijarên zewac, veqetîn, welayeta zarokan û mîrasê de, nebûna parastina yasayî ya têr, kêmkirina hesabpirsînê û zehmetiya gihîştina jinan a saziyên dadweriyê.   Her wiha, destnîşan kir ku tundî baweriya jinan bi saziyên yasayî kêm dike, çanda bêcezatiyê xurt dike û   Peymana Mafên Mirovan a Cîhanî ya sala 1948’an   Der barê peymanên navnetewî de jî bal kişand ser Peymana CEDAW’ê ya sala 1979’an ku ji holêrakirina cudakarî, wekhevî û beşdariya jinan di jiyana siyasî û giştî de misoger dike. Her wiha Peymana Mafên Mirovan a Cîhanî ya sala 1948’an ku mafê wekhevî, azadî, ewlehî û dadweriyê destnîşan dike.   Parastina mafên jinan yasayên dadwer pêkan e   Di dawiya axaftina xwe de, Rêşa Derwîş got ku tundiya yasayî û siyasî ya li ser jinan astengiyek li pêşiya avakirina civakeke demokratîk û wekhev e, tekez kir ku parastina mafên jinan bi yasayeke dadwer, dadgeheke serbixwe, hesabpirsîna rastîn û beşdariya siyasî ya çalak û wekhev pêkan dibe.   Li ser navê Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk Emîra Elîzo axivî jî di axaftina xwe de diyar kir ku tundiya li dijî jinan pirsgirêkeke mirovî û exlaqî ye.   Tundî bi ferasetaên desthilatdar ve girêdayî ye   Emîra Elîzo tundiya li dijî jinan wekî pirsgirêkeke mirovî û exlaqî nirxand û destnîşan kir ku ne tenê êrîşên fizîkî, heqaret, kontrolkirina jiyan û bêparhiştina jinan ji azadiya aborî û derxistina ji jiyana civakî jî di nava xwe de dihewîne. Her wiha, bal kişand ku tundî bi ferasetên desthilatdarî û kontrolê ve girêdayî ye û got ku ev ferasek jinan wekî kesek bê îrade dibînin.   Têkiliyên bi jinan re pêwîst e li ser hezkirin û merhemetê be   Emîra Elîzo li ser bingehên exlaqî yên Îslamê jî tekez kir ku edalet, rehmet, rûmet û parastina mafên mirovan bingehên têkiliyên mirovî ne. Her wiha da zanîn ku jin û mêr di warî rûmeta mirovî û berpirsiyariya exlaqî de hevpar in destnîşan kir ku bi vegera dîroka Îslamê û helwesta Pêxemberê Îslamê ya li dijî tundiyê re dê were dîtin ku têkiliyên bi jinan re di rastiyê de li ser merhemet, hurmet û muameleya baş in, ne li ser tundî û kontrolê.   Di dawiyê de bi boneya 25’ê Mijdarê, sînevzîyonek hat pêşkêşkirin û panel bi nîqaşan domiya.