‘Ji bo girtiyên nexweş bên berdewan hewce bi çend raporan heye?’ 2026-11-23 09:07:27   ENQERE - Jinên tevli çalakiya nobeta ji bo girtiyên nexweş ya li ber wezaretê hatiye destpêkirin bûn wiha gotin: “Ji bo girtiyên nexweş bên berdan hewce bi çend raporan heye?Ji bo cenaze dernekevin divê hîna çi bê kirin?”   Malbatên Girtiyên Nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), çalakiya nobedê ya bêdem ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û gihîştina mafê tenduristiyê li ber Wezareta Dadê dabûn destpêkirin, didome. Di çalakiyê de bi taybet balê dikşînin ser rewşa girtiya nexweş Newroz Bozkurt ya 28 sal in girtiye û girtîgeha Sîncanê dimîne û rakirin nexweşxaneya Bajar a Etlîk û Evîn Zapsu ya nexweşa pençeşêrê ya li girtîgeha Bunyan a Kayseriyê tê girtin.   ‘Bila girtîgeh nebin malên mirinê’   Hevseroka TUHAY-DER'ê ya Marmarayê Nurten Karagoz da zanîn ku  ji bo girtiyên nexweş li ber Wezareta Dadê di nobetê de ne û got: “Dewlet ji mafê jiyan û tenduristiya mirovên girtî berpirs e. Ji ber vê li cihê ku dewlet lê berpirs e nedermankirina girtiyan ne wijdanî ye û li dijî hiqûqê ye. Bila girtîgeh nebin malên mirinê.”   ‘Divê bêyî bibe mijara bazarê bên berdan’   Nurten Karagoz daxuyakirin ku li girtîgehan hezar û 500 girtiyên nexweş hene û 800 jê yên giran in û got: “Ji bo berdana girtiyan hewce bi qanûnek taybet tuneye. Ev mirov divê bên berdan. Em dibêjin ku mafê jiyanê pîroz e. Dayik bi rojan e li vir in. Armanca me ev e ku girtî demildest bên berdan. Bêyî ku girtî bibin mijara bazarê divê bên berdan. Di 2 salan de 14 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Pêvajoyeke aştiyê heye. Bendewariya malbatên girtiyan heye. Lê mixabin tu gaveke pratîk tuneye. Aliyekî gav avêtiye ya aliyê din navêje. Jiyana mirovan nikare bibe mijara bazarê. Heta girtiyên nexweş neyên berdan em ê çalakiya li ber wezaretê bidomînin. Ev ne tenê mijarek polîtîk e, ev mijarek wijdanî û mirovî ye.”   ‘Divê 58 girtiyên nexweşên giran bên berdan’   Endama Meclîsa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pakîze Sînemîlîoglu jî wiha got: “Em ji bo girtiyên nexweş li ber Wezareta Dadê ne. 58 girtiyên nexweşên giran divê demildest bên berdan. Divê girtiyên nexweş demildest bigihêjin azadiya xwe. Nexweşiya Newroz Bozkurt û Evîn Zapsu di pêvajoyek pir giran de didome. Li aliyekî hevdîtinên aştiyê hene li aliyê din girtiyên nexweş nayên dermankirin. Divê demildest girtî bên berdan û her kes xwedî li nobeta edaletê derkevin. Em bang li gelê xwe dikin ku piştevaniya bi girtiyan re mezin bikin.”   ‘Ji bo edaletê li vir in’   Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Pinar Sakik jî wiha anî ziman: “Em îro ji bo girtiyên nexweş li vir in. Em wek sazî ji bo bibin dengê girtî û malbatên wan li vir in. Tahliyeya girtiyan tê astengkirin. Malbatên girtiyan ji bo edaletê li vir in. Rewşa girtiyan nebaş e. Rewşa Newroz Bozkurt û Evîn Zapsu giran e. Em dixwazin rewşa girtiyên nexweş bikin rojevê. Em pêvajoya aştiyê diaxivin. Divê ji bo aştiyê ewil ji girtîgehan destpê bikin. Dewlet ji bo girtiyan berde çend raporan dixwaze? Ji bo cenaze dernekevin divê çi bê kirin.”