Gumanbar tên parastin, jin li pey edaletê ne 2026-11-23 09:04:07   Melîke Aydin   STENBOL- Beriya 25’ê Mijdarê jinan balkişandin ser têkoşîna mêr, polîtîkayên şerê taybet û bêcezahiştinê û banga mezinkirina têkoşînê li jinan dikin. Jinan gotin divê mirinên bi guman bên ronîkirin, mekanîzmayên parastinê pêk bên û piştgiriya bi zimanê dayikê bê dayîn.   25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî nêz dibe û jin li dijî tundiya mêr û bêcezahiştinê têkoşîna edaletê didomînin. Rêxistinên jinan ku bi malbatên jinên hatine qetilkirin re piştevanî ava kirine, diyar dikin ku divê saziyên berpirs li dijî tundiyê peywira xwe bînin cih.   Ji Komeleya Jinan a Rosa Dîcle Sayygîtî, dildara Ji bo Rojîn Kabaîş Komîsyonên Edaletê Ayşe Cebecîoglu, parêzera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Oyku Uluocak û ji Komeleya Dema Jinê Şukran Demîr, der barê pirsgirêkên di têkoşîna li dijî tundiyê dijîn û deskeftiyên jinan de axivîn.   ‘Bi bêdengbûna çekan re şer teşe guhert’   Dîcle Sayyîgît da zanîn ku li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet ne nû ye û got: “Em di pêvajoyeke aştiyê de ne. Lê mixabin li herêmê nakokiyek li dijî vê rastiyê heye. Bi bêdengbûna çekan re şer teşe guhert. Hîn girantir û berfireh bû. Em bandora şerê taybet li ser jiyan û bedena jinan dibînin. Berê gumanbarên jinan piranî ji malbatê bûn, mêrên nêzî jinan bû. Lê êdî gumanbar kesên hêzên ewlehiyê, unîformayî û peywirdarên cemawerî ne. Ji sedî 40’ê serlêdanan bûyerên wisa ne. Jin ji bo serlêdana fermî bikin bi fikar in. Tehdîd û şantaj bêdengiyê li jinan ferz dikin. Mekanîzmayên serî lê didin jî veguherîne mekanîzmayên sûc diafirînin. Koçberiya bi zorê, xizanî û di civakê de neqebûlkirin jî bandorek mezin li ser jinan dike. Mirovên ji Licê, Farqîn û navçeyên din yên cuda koçî navçeyên Sûr û Rezanê dikin niha jî koçî Oglakliyê dikin. Em behsa pêla sêyemîn a koçberiyê dikin. Bêguman ên herî zêde bi bandor dibin jî jin in.”   ‘Divê li merciya gumanbara nenêrin û lêpirsînê bidin destpêkirin’   Dîcle Sayyîtîg destnîşan kir ku divê li merciya gumanbara nenêrin û lêpirsînê bidin destpêkirin û got: “Em behsa gelekî ku travma jiyaye dikin. Jinek dema nasnameya xwe winda dike diçe ji polîs dipirse. Li Kurdistanê  dema jin hêzên ewlehiyê dibînin xwe vedişêrin û hewcedarî bi parastinê dibînin. Ev tenê jî tabloya bi êş nîşan dide. Em li Amedê bi navendên mafên jinan, rêxistinên mafan re xebatên hevpar dimeşînin. Lê bi zextan hewl didin jin ji têkoşînê bên dûrxistin. Komele tên girtin, cezakirin û krîmînalîzekirin. Lê têkoşîna jinan didome. Divê merciyên gumanbaran nenêrin û wisa lêpirsînan bidin destpêkirin.”   ‘Ev têkoşîn destkeftiya jinan e’   Dîcle Sayyîgît wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di pêvajoyên hiqûqî de daxwaza tevlibûna jinan nayê qebûlkirin. Malbat tên tehdîdkirin. Ji ber fikaran di tevlibûna têkoşînê de zehmetiyan dikşînin. Têkoşîna malbata Rojîn Kabaîş hêzê dide malbatên din. Jin 5 sal in pirsa ‘Gulistan Doku li ku derê ye?’ dipirsin. Ev destkeftiya têkoşîna jinê û rêxistinên mafên mirovan e. Me li ber edliyaya Amedê ‘Sohbetên Bîra Edaleta Jinê’ da destpêkirin. Tevgera jinan her tim hêza pêşeng in.”   ‘Serdestiya mêr bi rêxistin e’   Ayşe Cebecîoglu jî balkişand ser têkoşîna rêxistinkirî ya li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê û tundiya mêr û got: “Dibêjin mirinên bi guman û serê bûyeran digirin. Qetilkirinên jinan bi mekanîzmayeke rêxistinkirî tê parastin. Gulistan Doku, Îpek Er, Fatma Nur Çelîk û Hîfa Îkra. Me gumanbarên ku hatin xelatkirin dîtin. Ji ber vê jî divê em hîn bêtir rêxistinkirî bin.”   ‘Ji bo delîl bên aşkerakirin me daxwazên xwe anîn ziman’   Ayşe Cebelîoglu balkişand ser dosyaya Rojîn Kabîş û têkoşîna ku dimeşînin wiha anî ziman: “ATK’ê got du DNA’yên mêran li ser bedena Rojînê hatine dîtin lê ev DNA yên derbasbûyîn e. Me got ‘DNA’yê aşkera bike’. Piştî salekê neçar man vebêjin. Gotin CD’ya otopsiyê hatiye xêzkirin. Di encama zextên me de ya esas dan me. Telefona welat bi welat gerandin venekirin. Di dozên Sedef Guler, Ayşe Tokyaz, Şule Çet de jî ya ku mekanîzmaya darazê xist tevgerê piştevaniya jinan bû. Jinan salonên dadgehan terk nekirin û nehiştin gumanbar bê ceza bimînin. Li dijî mirinên bi guman divê jin dengê xwe bîn bêtir bilind bikin.”   ‘Malbat li edaletê digerin’   Oyku Uluocak jî li ser polîtîkayên bêcezahiştinê sekinî û got: “Mêr ji bo ceza negirin îdiayên ‘întîxar kir’, ‘ji jor de ket’ dikin û wiha bi lêv kir: “Gumanbar hewl didin mirinan veşêrin. Di lêpirsînan de îfadeyên mêr esas tên girtin. Gumanbar dibêjin ‘ket, întîxar kir’. Rayedar jî gotina wan esas digirin. Lê dema jinek bi guman jiyana xwe ji dest bide divê ev bê aşkerakirin. Malbat nikarin xwe bigihînin edaletê. Di vir de em bi wan re dikevin nava piştevaniyê. Em dibêjin hûn ne tenê ne û em piştevaniyê ava dikin. Çalakiyên me yên li ber qereqolan, di bîra civakê de cih digire. Tevgerên kolanan me didin xuyakirin, tundiya ku qestê jiyana jinan dike di navenda bajar de cih dirin. Divê zemînên tifaqa jinan bên xurtkirin. Divê qanûna 6284 bi bandor pêk bê.”   ‘Jin daneyan digirin’   Ji Komeleya Dema Jinan Şukran Demîr jî helwesta ku tundiya mêr vedişêre rexne kir û got: “Bi bandora teknolojiyê cureyên tundiyê zêde bûne û serlêdanên ji bo komeleyê jî pir bûne. Dema dewlet îstatîstîkan bigire neçar dimîne ku di encamê de pirsgirêkê çareser bike. Ji ber vê jî dane nayên girtin û tundî jî tê veşartin. Jin neçar dimînin daneyan bigirin. Divê em têkoşîna li dijî tundiyê bi çend komeleyan sînor negirin. Divê em vê berpirsyariyê daxînin mekanîzmayên dewletê. Divê li her bajarî ji bo jinên Kurd jî xizmeta zimanê dayikê bê dayîn. Li her derê ferzkirina xizmeta bi zimanê dayikê bepirsiyariya dewletê ye. Divê qanûna 6284 bi bandor pêk bê û Peymana Stenbolê ji nû ve bê.”