Ji KCDP’ê meş: Divê gumanbar bên darizandin 2026-11-22 17:33:07   STENBOL- Di meşa ku KCDP’ê bi banga ronîkirina mirinên bi guman pêk anî de wiha hate gotin: “Serokatiya Daîreya Lêkolîna Sûcên Kiryarnediyar hîna yek qetilkirineke jinê ya kiryarnediyar ronî nekiriye.”   Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) di çarçoveya 25’êMijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî ji ber Peykerê Boga ya li Kadikoyê heta Qada Rihtimê meş pêk anîn.  Pankarta ‘veneşêre, mirinên bi guman ronî bike’ hat vekirin û dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ hatin berzkirin. Piştî meşê li Rihtim a Kadikoyê daxuyanî hat dayîn.   Sekretera Giştî ya KCDP’ê Fîdan Ataselîm û malbat axivîn.   Fîdan Ataselîm da zanîn ku heta hesabên jinên hatine qetilkirin neyên dayîn wê mirinên bi guman zêde bibin û got ew ji bo ronîkirina mirinên bi guman hîna dipên û ew wê têkoşîna xwe bidomînin. Fîdan Ataselîm balkişand ser qanûna 6284 û Peymana Stenbolê û got divê qanûn bi bandor pêk bê û Peymana Stenbolê jî ji nûve bikeve meriyetê û wiha got : “Serokatiya Daîreya Lêkolîna Sûcên Kiryarnediyar hîna yek qetilkirineke jinê ya kiryarnediyar ronî nekiriye.”   Piştre malbata jinên hatine qetilkirin Mekiye Akyel, Sînem Çeşîm û Dugyu Bolukbaşi axivîn.   Meş bi dirûşmeyan bidawî bû.