Kongra Star li Rimêlanê semîner li dar xist 2026-11-21 15:37:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star di semînera xwe ya bi boneya 25'ê Mijdarê de li dar xist girîngiya birêxistinkirina jinan nîqaş kir.   Kongra Star semînerek bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinan li Rimêlanê li dar xist.   Di semînerê de endama Kongra Star Mehabad Mistefa axivî û got: "Divê bi qanûn li hemberî tundiya li ser jinan tedbîr bê girtin. Di destûrê Sûriyeyê de mafên jinan bêne misogerkirin. Jinan pêşengtî ji Şoreşa Rojava re kir. Ji bo hişmendiya baviksalar bê guhertin têkoşîn hat kirin û gav ber bi wekheviya jin û mêr ve hatin avêtin."   Mehebad Mistefa berxwedan û têkoşîna YPJ`ê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê bi bîr xist û got: "YPJ`ê di têkoşîna xwe ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê nîşan da ku ew dikare civakê jî biparêze, bi rê ve bibe û ji bo tevahiya cîhanê bû mînak."   Di dawiya semînerê de beşdarên mêr li pêşiya navenda Sendîkaya Karkeran a Rimêlanê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê rêveberê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Îdrîs Mela Şerîf ve hate xwendin.   Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: "Di 25'ê Mijdarê de soz tê nûkirin û helwesta hevpar tê diyarkirin. Divê têkoşîna jinan a li hemberî tundiya li ser jinan bê xurtkirin. Civak jî destekê bide avakirina civaka demokratîk û azad. Maf, rûmet û îradeya jinan bê parastin. Divê dawî li hemû cureyên tundî û zayendperestiyê were."   Di dawiya daxuyaniyê de anîn ziman ku divê piştgiriya têkoşînan jinan bikin û li ber tevlêbûna wan a avakirina civaka demokratîk nebin asteng.