Dayikên Şemiyê: Em daxwaza xwe ya edaletê bidomînin 2026-11-21 14:52:05   STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya heftane ya hezar û 130'emîn de, li aqûbeta Hayrettin Eren ê ku 46 sal berê di binçavan de bi darê zorê hat windakirin, pirsin. Her wiha hat daxwazkirin ku berpirs bên darizandin û bang li rayedaran hat kirin ku di sûcên li dijî mirovahiyê de demborî bê rakirin.   Dayik/Mirovên Şemiyê, ji bo hefteya hezar û 130'yemîn a çalakiya xwe ya berdewam, careke din li Meydana Galatasarayê ya li Beyoglûya Stenbolê kom bûn. Di vê hefteyê de, beşdaran li aqûbeta Hayrettin Eren pirsîn ku di 21'ê Mijdara 1980'yî de li Stenbolê di binçavan de bi darê zorê hatibû windakirin. Di çalakiyê de ku beşdaran qurnefîl û wêneyên kesên windakirî hilgirtin, malbatên windayan û gelek parêzvanên mafên mirovan amade bûn. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Endama Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Umît Tekay Dîşlî ve hat xwendin.   Umît Tekay Dîşliyê der barê dosyeya windakirina bi darê zorê ya Eren de wiha got: “Hayrettîn Eren (26) di salên 1970'yî de di nava tevgera ciwanan de cih digirt. Piştî derbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê, der barê wî de biryara girtinê hat dayîn û lê hat gerîn. Di 21'ê Mijdara 1980'yî de, li binê derbasgeha Haşîm Îşcan a li Saraçhaneyê, çû cem hevalekî xwe. Li wir, ew û hevalê wî hatin binçavkirin. Ew pêşî birin Qereqola Polîsan a Karagumrukê. Piştre, ligel heşt kesên din ên ku di heman operasyonê de hatibûn binçavkirin, ew ji bo Şaxa Siyasî ya Midûriyeta Polîsan a Gayrettepeyê hat veguhestin.”   Rûpel hatiye qetandin   Umît Tekay Dîşlî anî ziman ku piştî windabûna Hayrettin Eren, dayika wî Elmas Erenê dest bi lêgerîna wî kiriye û ew çûye Qereqola Polîsan a Karagumrukê û li wir navê kurê xwe di deftera binçavkirinan de dîtiye. Umit Tekay Dişliyê diyar kir ku ji Elmas Erenê re hatiye gotin ku kurê wê şandine Gayrettepeyê ku ev yek bû sedem ku ew biçe wir û got: “Elmas Eren çûye Qereqola Polîsan a Karagumrukê û navê Hayrettîn di deftera binçavkirinan de dîtiye. Jê re gotine ku kurê wê şandine Gayrettepeyê. Piştre Elmas Eren çûye Gayrettepeyê. Li hewşa Şaxa Siyasî, ew otomobîla ku Hayrettîn di dema binçavkirina xwe de bi kar dianî, ya aîdî bavê wî û plaqeya wê 34 F 6798 bû, dîtiye. Lêbelê, dema ku wê der barê kurê xwe de pirsiye, polîsan gotiğe, ‘Kesek bi vî navî di binçavan de nîn e.’ Elmas Eren vegeriyaye Qereqola Polîsan a Karagumrukê, lê dîtiye ku rûpela di deftera binçavkirinan de, ya ku navê kurê wê tê de bûye, hatiye qetandin.”   Daxwaza darizandinê   Umît Tekay Dîşliyê diyar kir ku 46 sal di ser windakirina bi darê zorê ya Eren re derbas bûne, lê çarenivîsa wî hîn jî ne diyar e û da zanîn ku heşt kesên din ên ku di heman navendên polîsan de hatibûn girtin, gotine ku wan Eren li navendên polîsan ên Karagumruk û Gayrettepeyê dîtine û ev yek jî bû sedem ku ew serlêdana sûc bikin. Umît Tekay Dîşliyê wiha got: "Dewlet berpirsiyar e ku sûcê windakirina bi darê zorê lêkolîn bike, rastiyê derxe holê û berpirsiyaran ceza bike. Em daxwaz dikin ku dosya ji nû ve were vekirin û li ser bingeha şahidiyên der barê girtina Hayrettîn Eren de û hemû delîlên din ên berdest, lêkolîneke bibandor were kirin. Em daxwaz dikin ku rastiya der barê çarenivîs û cihê Hayrettîn Eren de were eşkerekirin û kesên ku ji windakirina wî berpirsiyar in bên tespîtkirin û radestî dadgehê bên kirin."   ‘Dewlet şirîkê sûc e'   Piştî vê, Îkbal Eren, xwişka Hayrettin Eren, anî ziman ku wê 46 sal berê bi çavên xwe otomobîla birayê xwe li hewşa Qereqola Polîsan a Gayrettepeyê dîtiye û got: "Hezkiriyên me ku ji aliyê rayedarên dewletê ve hatibûn binçavkirin, hatin qetilkirin. Dewlet, bi darizandina berpirsiyaran pêk nayîne, îro dibe şirîkê vî sûcî. Ji bo sûcên li dijî mirovahiyê dema bidawîbûna dozê (mûrûrê zeman) tune ye; bi guhertinên qanûnî vê astengiyê rakin û sûcdaran bidin dadgehkirin. Mafê me yê darizandina adil ji me hatiye stendin, lê em ê tu carî dev ji têkoşîna wan dayikan bernedin ku 31 sal berê ji bo lêgerîna edaletê li vir dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn, dayikên ku bêyî çarenivîsa zarokên xwe fêm bikin, koça dawî kirin. Hûn vê qadê ji me re vekin an venekin, em ê li vir bimînin, çi qas nifş derbas bibin bila bibin, heta ku kesê me yê winda yê dawî jî were dîtin. Wan digot qey ev dosye dê li ser refan bên hiştin û bên jibîrkirin, lê niyeteke me ya çûyînê tune ye; em ê windayên xwe tu carî ji bîr nekin."