Ji bo Evîn Zapsu rapora ‘Nikare di girtîgehê de bimîne’ 2026-11-20 20:14:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Nexweşxaneya Bajêr a Kayseriyê ji bo girtiya nexweş Evîn Zapsu raporek da. Di raporê de hat diyar kirin ku Evîn Zapsu “nikare di girtîgehê de bimîne".   Evîn Zapsu, girtiyeke nexweş a giran e û li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê girtin. Hat hînbûn Nexweşxaneya Bajêr a Kayseriyê ji bo Evîn Zapsu raporek amadekiriye. Di raporê de hat diyar kirin ku Evîn Zapsu nikare di girtîgehê de bimîne".Ev rapor dema ku girtiyek di heman girtîgehê de bi malbata xwe re têkilî danî derket holê.   Her wiha hat hînbûn ku rapora ku ji aliyê Nexweşxaneya Bajêr a Kayseriyê ve hatiye dayîn ji bo lêkolînê ji Saziya Tiba Edlî re hatiye şandin.   Heman nexweşxaneyê di 16’ê Mijdarê de ji bo Evîn Zapsu "Rapora encamên patolojiyê ya Beşa Patolojiya Tibbî" derxistibû. Di raporê de hatibû diyarkirin ku Evîn Zapsu bi lezgînî li nexweşxaneyek bi tevahî amûrkirî hewceyî dermankirinê ye.