Li Êlihê bi boneya 25'ê Mijdarê forumek hat lidarxistin 2026-11-20 16:14:26   ÊLIH - Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Êlihê bi boneya 25'ê Mijdarê forumek li dar xist. Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş a ku tev li forumê bûbû anî ziman ku dewlet bi polîtîkaya bêcezahiştinê mêran diparêze.   Bi pêşengiya Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Êlihê, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li Navenda Çandê ya Baharê (BKM) ya Êlihê bi tevlibûna Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, aktîvîstên TJA'yê, Dayikên Aştiyê, nûnerên jin ên saziyên civakî û gelek jinan civînek li dar xist. Beriya ku civîn dest pê bike, ji bo pakrewanên şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Pankarta “Ji bo jiyaneke azad û wekhev soza me heye û “Li dijî tundiyê serhildan heye” hat daliqandin.   Meral Daniş Beştaş di civînê de bal kişand rêxistinbûna li dijî tundiya li ser jinan û wiha axivî: “Jin êdî zêdetir tundiya ku pêre rûbirû dimînin tînin ziman. Ji bo ku tundiya li ser jinê bi temamî ji holê were rakirin divê di her qada jiyanê de jin xwe rêxistin bikin.”   Meral Daniş Beştaş anî ziman ku hemû cureyên tundiyê li ser jinê pêk tên û ev tişt anî ziman: “Rojane 3 jin tên qetilkirin. Di du mehên dawî de zêdetirî 100 jinan ji cihên bilind ketin xwarê û jiyana xwe ji dest dan. Ma li vî welatî qet mêr ji cihên bilind nakevin xwarê, xwe nakujin, bi jehrê nakevin? Yên dimirin her jin in. Di ser de jî dosyayên van jinan ji aliyê dozgeran ve tên girtin. Dewlet bi polîtîkaya bêcezahiştinê ya di tundiya li ser jinan de mêran diparêze. Têkoşîna li dijî tundiyê di rastiyê de berpirsiyariya me hemûyan e. Tiştê ku em jê re dibêjin tundî ne şert e ku tenê çalakiyeke fîzîkî ya wekî şikandina mil û lingan be. Tundî piralî ye. Kîjan ji me dikare îdia bike ku rastî tundiyê nehatiye? Em hemû rastî tundiyê tên.”   Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.