Jinên ku hatin qetilkirin hatin bibîranîn 2026-11-19 10:38:13   AMED - Li Bismilê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de jinên ku hatibûn qetilkirin li ser gorê xwe hatin bibîranîn.   Li navçeya Bismil a Amedê ji aliyê Muduriyeta Polîtîakyên Jinan a Şaredariya Bismilê ve di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li ser Jinan, jinên ku hatibûn qetilkirin li ser gorên xwe hatin bibîranîn.    Jinên ku li taxa Akdag serdana goristana Gulîstan Karadag û Yasemîn Demîr kirin, diyar kirin ku ew ê li dijî qirkirin  û tundiya li ser jinan têkoşîna xwe bidomînin.   Bîranîn bi danîna gulan li ser goristanên jinan bi dawî bû.