Parêzer Nursel Sarioglu: Em ji pergala ku dostê zarokan e pir dûr in 2026-11-19 09:09:35   Pelşîn Çetînkaya   AMED - Parêzer Nursel Sarioglu der barê binpêkirinên mafan yên zarokan de axivî û got bi krîza aborî re karkeriya zarokan zêde bûye, zarokên keç ji dibistanê dûr dikevin. Nursel Sarioglu got divê pergaleke ku zarokan esas digire bê avakirin.   Mafên zarokan bi peymanên navneteweyî û qanûnan bikeve bin ewlehiyê jî, zarok ji gelek mafan yên wekê perwerdehiyê bêpar dimînin, bi xizanî, destdirêjî û newekehiyê re tê rû hev. Mekanîzmayên ku divê fêdeya zarokan esas bigirin, li ser kaxizan dimînin û ev jî binpêkirinên mafan girantir dikin.   20’ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê nêz dibe û parêzer Nursel Sarioglu der barê mafên zarokan de, binpêkirina maf û polîtîkayên dewletê de axivî.   ‘Mafên zarokan di qanûnan de heye lê pêk nayên’   Nursel Sarioglu da zanîn ku mafên zarokan di peymanên navneteweyî û qanûnan de heye lê di pêkanînê de fêdeya zarokan li ber çavan nayê girtin û got: “Parastina mafê zarokan di peymanên navneteweyî yên wekê NY’ê de û desura bingehîn de heye. lê di pêkanînê de em dibînin ku ev baş pêk nayên û li ser kaxizê dimînin. Em ji pergala ku dostê zarokane pir dûr in. Di teoriyê de qanûn hene. Lê di pêkanînê de tuneye. Di roja îro de mafê zarokan nayê parastin.   Tevî peymana Mafê Zarokan û mevzuata netewî mafê starbûn, jiyan û perwerdê ya zarokan tê binpêkirin. Di alî pêkanîna qanûnan de kêmasiyên cidî tên jiyîn. Mafên herî sereke yên zarokan nayên parastin.”   ‘Krîza aborî zarokan ji perwerdehiyê qût dike’   Nursel Sarioglu, da zanîn ku ji ber pirsgirêka debarê ya malbatê zarok neçar dimînin bixebitin û wiha dirêjî dayê: “Krîza aboarî mafê perwerde û starbûnê ya zarokan asteng dike. Krîza aborî bandorek mezin li ser jiyanê dike. Ji ber prisgisrêkên aborî pirsgirêkên cidî tên jiyîn. Zarok ji perwerdehiyê qût dibin. di pêkanînên wek MESEM’ê de zarok di bin navê perwerda pîşeyî de di şertên giran de dixebitin. Her wiha zarok di mijara starbûnê de jî pisgsirêkên cidî dijîn. Ligel vê li herêmên bejayî zarok di alî xwegîhandina mafê perwerde û perwerdehiya bi zimanê dayikê de pisgirêkên pir cidfî dijîn. Ji perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar mayîn zarokan ji perwerdehiyê dur dixîne. Zarokên penaberan pirsgisrêkên pir alî dijîn. Yên astengdar dîsa heman awayî pirsgirêkan dijîn.”   ‘Kêmasiya alîkariyê, karkeriya zarokan zêde dike’   Nursel Sarioglu  bi lêv kir ku di xebatên ku li qadan li dijî karkeriya zarokan dimeşînin de, derdikeve holê ku krîza aborî  raste rast bandor li jiyana zarokan dike. Em di vê mijarê de xebatan dimeşînin. Em broşuran belav dikin û qedexeya karkeriya zarokan vedibêjin. Ji ber piştgiriyên civakî kêm in karkeriya zarokan jî zêde dibin.  Zarok wek hêza erzan a kar tên dîtin. Karkeriya zarokan bi bê kontrolî û krîza aborî jî tê normalkirin. Em bang dikin ku li dijî zarokên di temenê biçûk de jî kontrolên bi bandor bên kirin. Divê pêkanînên hiqûqî di vê miajrê de bên kirin. Pergaleke dostê zarokan bi têkoşîna hevpar dikare bê avakirin.”