Ji bo girtiyên nexweş nobeda bêdem destpê kir 2026-11-17 15:42:28   ENQERE - Li pêşiya Wezareta Edaletê çalakiyeke rûniştinê yê bêdeng destpê kir ku balê dikişîne ser binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan û astengkirina mafê dermankirinê yê girtiyan.   Nobed bi banga DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) destpê kir. Malbatên ji girtiyên bi nexweşiya giran Newroz Bozkurt û Evin Zapsu jî beşdarî çalakiyê bûn.   Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê destpê kir. Hate ragihandin ku çalakî heta ku girtiyên nexweş bêne berdan û derfetê dermankirinê bê dayin wê dewam bike.