Li Şirnexê xebatên 25’ê Mijdarê didomin 2026-11-16 18:58:34   ŞIRNEX - Li navçeyên Silopiya, Hezex û Cîzîr ên Şirnexê, di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de komxebat hatin lidarxistin. Di komxebatê de mijarên wekî şerê taybet, şîdeta li dijî jinan, mafên jinan û polîtîkayên bêcezatiyê hatin nîqaşkirin.   Li navçeyên Silopiya, Hezex  û Cîzîr ên Şirnexê, çalakiyên jinan di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan berdewam dikin. Di komxebatên ku hatin lidarxistin de, jinan li ser rêbazên têkoşîna li dijî şîdetê nîqaş kirin.   Silopî   Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li taxa Kizir a Silopî komxebatek li dar xist. Di komxebata gelek jin beşdar bûn de, mijara şerê taybet hat nîqaşkirin.   Hezex   Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li navçeya Hezexê komxebatek li dar xist. Gelek jin beşdarî komxebatê bûn. Jinan di komxebatê de li ser şîdeta li dijî jinan û rêbazên têkoşîna li dijî wê nîqaş kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê, Newroz Uysal Aslan jî beşdarî komxebatê bû.   Cîzîr   Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li taxa Cûdî ya navçeya Cîzîrê komxebatek ji bo jinan li dar xist. Ji Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Cîzîrê, Yasemin Înanç beşdarî komxebatê bû û li ser mafên jinan û polîtîkayên bêcezatiyê axivî.   Yasemin Înanç bal kişand ser kuştinên jinan û got, "Her roj em bi kuştinek nû ya jinan şiyar dibin. Di salên dawî de, li her navçeya Şirnexê kuştinên jinan çêbûne. Ev kuştin li çaraliyê cîhanê diqewimin. Em li dijî van kuştinan têkoşînê dikin."