Ji bo jinên hatine kuştin, şitil hatin çandin 2026-11-16 15:33:40   AMED - Li Parka Aştiyê ya Amedê ji bo bîranîna 16 jinên ku di sala 2026'an de hatine kuştin şitl hatin çandin.   Meclîsa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Daîreya Polîtîkayên Jinan di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî de bi dirûşmeya "Niha dema têkoşîna rêxistinkirî ya jinan a li dijî şîdetê ye" çalakiyek çandina şitilan li dar xistin. Di çalakiyê de, ku li Parka Bariş a Seyrantepeyê hate lidarxistin, ji bo bîranîna 16 jinên ku di sala 2026'an de li Amedê hatine kuştin, şitlên daran hatin çandin.   Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku wan par jî ji bo bîranîna jinên hatine kuştin şitil çandine. Serra Bucak tekez kir ku ew ê heta ku şîdeta li ser jinan bi dawî bibe têkoşîna xwe bidomînin.