Wê di medyayê de komkujiyên jinan bên nîqaşkirin 2026-11-16 14:09:34   AMED - Dakahder dê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de panelekê li ser ka çawa kuştinên jinan di medyayê de têne destgirtin li dar bixe. Panela ku rojnamevan jî dê beşdar bibin, dê di 21'ê Mijdarê de li Çand Amed' were lidarxistin.   Komeleya Piştgiriya Jinan (Dakahder) dê di çarçoveya çalakiyên Hefteya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan tê organîzekirin de, panelek bi sernavê "Nûnertî, Gotûbêj û Rastî: Kuştinên Jinan di Çarçoveya Medyayê de" li dar bixe.   Panela ku li ser têkiliya di navbera temsîlkirina kuştinên jinan ji aliyê medyayê ve, gotara ku tê bikaranîn û rastiyê de disekine, dê rojnamevan Şehriban Aslan û Sibel Yukler wekî axaftvan beşdar bibin. Rojnamevan Medine Mamedoglu jî dê di panelê de moderatortiyê bike.   Panel dê roja 21'ê Mijdarê roja Şemiyê, di navbera saet 10:00 û 16:00 êvarê de li qatê 4'emîn ê Çand Amedê pêk were.