Li Koloyê komxebata 25'ê Mijdarê 2026-11-16 12:25:36   WAN – Di komxebata li taxa Kolo ya Qelqeliyê ya di çarçoveya çalakiyên 25ê Mijdarê de hate lidarxistin de, jinan pirsgirêk, daxwaz û ezmûnên têkoşîna xwe parve kirin.   Li taxa Kolo ya navçeya Qelqelî ya Wanê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî de, komxebatek ji bo jinan hate lidarxistin. Komxebat li Navenda Civakî ji aliyê Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Qelqeliyê ve hate lidarxistin. Hevseroka şaxa navçeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) Mevlude Hazir, Hevşaredar Sakîne Kutpinar, karmendên Rêveberiya Polîtîkayên Jinan û gelek jin beşdar bûn.   Di komxebatê de, jinan pirsgirêk, daxwaz û ezmûnên têkoşîna xwe parve kirin, di heman demê de girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî şîdeta li ser jinan, kuştina jinan û zîhniyeta serdest a mêran hate nîqaşkirin.