Li atolyeya XETA JINE rolên zayenda civakî hat nîqaşkirin 2026-11-15 15:51:33   ENQERE - XETA JINE, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de li Enqereyê atolyeyek li dar xist. Jinan li ser avakirina dîrokî ya rolên zayendî, bandorên zîhniyeta serdest a mêran a li ser jinan û girîngiya rêxistinbûna bêhempa ya jinan nîqaş kir.   XETA JINE, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de bi beşdariya jinan li Enqereyê atolyeyek bi navê "Rolên Zayenda Civakî û Komxebata Rêxistinbûyina Xweseriya Jinan" li dar xist. Jinan li ser avakirina dîrokî ya rolên zayendî, bandorên zîhniyeta serdest a mêran a li ser jinan û girîngiya rêxistinbûna bêhempa ya jinan nîqaş kir. Di komxebatê de pankarta, “Xwebûn Xeta Azadiyê Ye Niha Dema Jinê Ye” hat vekirin.    Jin di komxebatê de li ser rolên zayenda civakî sekinîn. Di komxebatê de hat nîqaşkirin ku rolên ku ji jinan re hatine destnîşankirin çawa di jiyana wan a ji dayikbûnê ve, di nav de malbat, perwerde, kar û têkiliyên civakî, de xuya dibin. Di komxebatê de hat nîqaşkirin ku çawa hişmendiya baviksalar jinan bi sînordarkirina nasname, îrade û azadiya wan dike kole.