Hevdîtinên gel ên DBP’ê:Wê aştî bi tevlibûna gel civakî bibe 2026-11-15 09:04:33   Pelşîn Çetînkaya    AMED-Endama Meclîsa Partiya DBP’ê Elîf Tîrenç Îpek, diyar kir ku bi dirûşmA ‘Em gotina aştiyê bi gel re ava dikin’ li 112 nokteyî bi gel re hevdîtin kirine û  da zanîn ku di hevdîtinan de polîtîkayên şerê taybet, mafê ziman û nasnameyê , xizanî derketiye pêş. Elîf Tîrenç Îpek got pirsa herî esas a gel ‘wê aştiyeke çawa be?’ derketiye pêş.   Bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re nîqaşên der barê çareseriya demokratîk û aştiyane de didomin,ji bo aştiyeke mayîn de avêtina gavan girîng tê dîtin. Di çarçoveya pêvajoyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd gavên girîng avêtin û ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk jî xebat didomin.   Di çarçoveya xebatan de Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di meha Hezîranê de bi dirûşmA ‘em gotina aştiyê bi gel re tînin gel hev’ li bajarên Kurdistanê xebatên hevdîtina gel dan destpêkirin.Li bajaran xebata didome û ji hemû aliyan kes tevli hevdîtinan dibin.   Endama Meclîsa Partiya DBP’ê Elîf Tîrenç Îpek der barê hevdîtinên gel de axivî.   ‘Avakirina aştiyê ji guhdarkirina daxwazên gel derbas dibe’   Elîf Tîrenç Îpek da zanîn ku armanca xebatê ev e ku pirsên gel, bendewarî û daxwazên gel di cih de guhdar bikin û zemîna aştiya civakî xurt bikin. Elîf Tîrenç Îpek wiha vegot: “Wek DBP ev demeke em xebatên ‘Em gotina aştiyê bi gel re ava dikin’ dimeşînin. Di vê çarçoveyê de me heta niha gelek serdan pêk anîn.Me xwest em biçin gel guhdar bikin, dakevin qadên jiyana rojane a gel. Ger em civakîbûna aştiyê bixwazin divê em pêşniyarên gel di cih de bigirin.Rojeva me aştiye û ji bilî vê gelek pirsgirêkên civakî hene. Me xebateke ku daxwaz û bendewariyên civakê di cih de hat guhdarkirin meşand.”   ‘Me li 112 nokteyî serdan kirin’   Elîf Tîrenç Îpek got li gund, tax, erd, bazaran bi gel re hatine gel hev û wiha dirêjî dayê: “Ji bo civakîbûna aştiyê me xwest em daxwaz û pêşniyarên gel fêr bibin. Ji bo gel bibe kirdeya pêvajoyê me xebatên xwe meşandin. Aştî rojeva esas a Tirkiye û Kurdistanê ye. Me bi gotina ‘em gotina aştiyê bi gel re ava dikin’ pêvajo  bi gel re meşand. Me heta niha li 112 nokteyan serdan pêk anîn. Me plan kir ku em fînalê li Amedê bikin. Me giranî da Kurdistanê.Dema pêş de em ê li Amedê hevdîtina gel pêk bînin.”   ‘Divê dewlet gavê bavêje’   Elîf Tîrenç Îpek anî ziman ku gel di hevdîtinan de fikar û bêbaweriya li hember pêvajoyê aniye ziman û wiha dirêjî dayê: “Di ser pêvajoyê re 2 sal derbas bû. Ji roja ewil de fikarên gel hebûn. Hîna jî didomin. Sedema vê jî pirsên ku nehatine bersivandin hene. Girtiyên nexweş û siyasî hîna nehatine berdan. Ev bêbaweriya li hember pêvajoyê didomîne.Lê bi biryarên DMME û DDB’ê dikarin girtî bên berdan. Ji bger ev gav nayên avêtin, di polîtîkayên qeyûman de şûnde gav nayê avêtin, bêbawerî jî cidî ava dibe.”   ‘Gel bi fikare ku aştî bibe alava hilbijartinan’   Elîf Tîrenç Îpek wiha dirêjî dayê: “Di hevdîtinan de gel fikarên xwe anîn ziman. Bi taybet digotin ew bi fikarin ku pêvajo bibe alava hilbijartinê. Eleqe û serdana hevdîtinan a gel pir mezin bû. Pirsa herî zêde hat pirsîn ‘Wê aştî çawa be?’ bû. Ligel vê neavêtina gavên şênber yên ji aliyê dewletê ve jî fikaran zêde dike.Ligel vê me pirsgirêkên xweser yên herêman guhdar kir. Polîtîkayên xizanî û polîtîkayên şerê taybet di rojeva gel de ne.Aştî tenê bi nîqaşên siyasî sînor nîne. Divê çareseriya pirsgirêkên civakê bi gel re bê afirandin.”