Jin ji Karakoyê meşiyan Emînonu:Em 25’ê Mijdarê de li Tunelê ne 2026-11-14 18:18:44   STENBOL- Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê ji Karakoyê heta Emînonu zincîra mirovahiyê ava kir û ji bo 25’ê Mijdarê Banga Qada Taksîm Tunelê kir.   Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê bi pankarta ‘Wê kesek din kêm nebe’ ji Karakoy a Stenbolê zincîra mirovahiyê ava kir û meşiyan.  Daxuyaniya li Qada Emînonu hat dayîn de dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘Bijî piştevaniya jinan’, ‘Tu car tenê nameşî’, ‘jin bi hev re xurtin’ hatin berzkirin.   Beriya daxuyaniyê çîroka jinên di encama tundiya mêr de hatine qetilkirin ya Fatma Nur Çelîk, Hîfa Îkra Nur Şenguler, Îlayda Zorlu, Ayşe Tokyaz, Îpek Er, Arya Dîlek Încî hatin xwendin.   Di daxuyaniyê de metn ji aliyê endama Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê Bariş Bîlgen xwend. Bariş Bîlgen da zanîn ku di 10 mehên ewil a salê de 245 jin hatine qetilkirin. Bariş Bîlgen diyar kir ku divê polîtîkayên bêcezahiştinê bidawî bin û Peymana Stenbolê ji nû ve bikeve meriyetê. Bariş Bîlgen bang li hemû jinan kir ku 25’ê Mijdarê de li Qada Taksîm Tunelê bin.