TJK-E: Em ê bi têkoşînê qirkirina jinan rawestînin! 2026-11-13 14:40:01   NAVENDA NÛÇEYAN  - Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd Li Ewropayê (TJK-E) di deklarasyona têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinan de ragihand ku ew ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin.   Koordînasyona TJK-E’yê daxuyaniyek nivîskî da û got, “Em di nava momentek dîrokî de ne ku veguherînên bi kok û gelek krîz diqewimin. Em di qonaxeke welê de ne ku sîstema berê xira bûye û ya nû hîna nehatiye avakirin. Di qonaxên dîrokî yên wiha de polîtîka û rêxistinbûn wate û girîngiyeke hîn mezintir, qezenc dike. Weke jin em bi vê zanebûnê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinan pêşwazî dikin û dibêjin, em rêxistinbûna xwe mezin bikin û hêza xwe ya polîtîk bi bandor bikin.”   Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:   “Weke şerê herî demdirêj ê dîrokê, li cihê ku tundiya li hemberî jinan kêm bibe, hîn zêdetir dibe. Li cîhanê 840 milyon jin û zarokên keç mexdûrên tundiya mêr in. Li gorî daneyên fermî, par 83 hezar jin û zarokên keç ji aliyê meran ve hatin qetilkirin. Em dizanin ku hejmara rast hîn zêdetir e. Li welatên mîna Elmanya, Fransa û Îtalyayê her 3 rojan jinek ji aliyê partnerê xwe ve yan jî partnerê berê ve tê kuştin. Li Fransayê par ji sedî 61’ê jinên hatine qetilkirin, berê serî li polîsan dabûn û alîkarî xwestibûn. Li Elmanyayê her 4 deqeyan jinek rastî tundiya partnerê xwe tê. Ku tundiya li hemberî jinan piranî ne li kolanan yan jî cihê kar, li mal diqewime. Îstatîsk zêdebûna êrîşên li dijî jinan bi tundiya zayendî û dîjîtal nîşan dide. Bi vê yekê re, mîna doza Pelicot a li Fransayê, bûyerên destdirêjiyê di asteke tirsnak de zêde bûne. Weke TJK-E em jî dibêjin, ‘Divê Şerm Teref Biguherîne!’ Divê ne mexdûr, faîl şerm bikin û bên şermezarkirin, bên teşhîrkirin û cezakirin, divê hesabê her sûcên li hemberî jinan bê pirsîn!   Di nava civaka Kurd a li Ewropayê de jî, tundiya li hemberî jinan di asta qirkirinê de diqewime. Tenê di du mehên dawî de, li Elmanyayê 3 jinên Kurd ji aliyê mêrên jê cuda bûne ve bi rengekî plankirî hatine qetilkirin. Ev zihniyeta bêwijdan û hov a ku zarokên xwe bêdayik dihêle, gefê li hemû civakê dixwe. Di serî de cînayetên jinan, ti hinceta tundiya li hemberî jinan nabe. Pirsgirêka esas a li vir, çanda desthilatdariya mêr e. Em ê li dijî vê bêçandiya ku jiyanê tune dike û kujeran hildiberîne, ji bo pêşxistina çanda malbata demokratîk û hevjiyana azad xebatên xwe zêde bikin.   Em hem li welatê xwe Kurdistanê, hem jî li Ewropayê encamên giran ên krîzên di civakê de hîs dikin. Hegemonyaya kûreyî, îro car din bi rêya şer û hilweşînê sîstema berê derbas kir û dixwaze sîstemeke nû ava bike. Piştî Şerê Cîhanê yê 2’yemîn ti carî evqas razemenî li şeran nehatiye kirin û evqas pere ji bo çekan nehatiye mezaxtin. Hikûmetên Ewropayî ti carî evqas bi eşkere ji budçeya gel nediziye û endustriya çekan dewlemend nekiriye, ti carî evqasê ji bo civakê ji şer re amade bike, pêşiya milîtarîzmê nevekiribû.   Weke gelê Kurd em pir baş dizanin ku şer tê çi wateyê. 200 sal in weke gelekî li dijî rejîma qirkirinê ya modernîteya kapîtalîst têdikoşe, em niha dixebitin ku rêya zemînê têkoşîna demokratîk-hiqûqî ava bikin. Li tevahî cîhanê di demeke welê de ku dengê şûran tê, Rêber Apo bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo zemînê şer bi rengekî mayînde tune bike, pêvajoyeke dîrokî da destpêkirin. Hem Manîfestoya wî hem jî pênaseya wî ya Entegrasyona Demokratîk ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nexşerêyê pêşkêş dike, di heman demê de ji bo krîza sîstemê jî alternatîfeke çareseriyê pêşkêş dike. Biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bi hejmar 1325 ji bo pratîkê pir li paş maye, lê Rêber Apo azadiya jinê dike navenda felsefeya aştiyê û jinan weke afirênerên muzakereyan dinirxîne. Bi wesîleya 25’ê Mijdarê weke TJK-E em bang li hemû rêxistinên jinan û yên dijberê şer dikin ku bi rengekî xurt xwedî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbikevin û aktîf destek bidin. Weke jin em ji bo aştiyeke rast îradeya xwe nîşan bidin û rê nedin polîtîkayên şer, qirkirin û dagirkeriyê!   Şer, di asta herî giran de şideta mêr-serwer û dewletperest e. Ew êrîşî jiyanê, xwezayê û civakê dike. Şideta li dijî jinan, şer û qirkirin ji heman kokê tên. Têgeha “kuştina civakî ya kastîk” ku Rêber Apo pêş xistiye, balê dikişîne ser vê rastiyê. Bi metafora “xencerê li piştê” ya ku ji Buddha wergirtiye, destnîşan dike ku parastina jiyanê û civakê tenê bi têkoşîneke radîkal a li dijî rastiya kujerê kastîk gengaz e. “Xencerê li piştê” pirsgirêka azadiya jinê ye, ango serweriya mêran. Heta em vê yekê ji holê ranekin, tu pirsgirêkeke din nayê çareserkirin. Ji ber vê yekê, têkoşîna li dijî şideta li ser jinan divê zîhniyet û pergala kujerê kastîk bike navenda xwe. Divê em kokên civakî û dîrokî yên şidetê lêkolîn bikin û bi perspektîfeke giştî tevbigerin. Em jî wek tevgera jinan, ji aliyekî ve dixwazin ku hikûmet berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û pratîkî bêkêmasî pêk bînin. Ji aliyê din ve, em îdîaya xwe ya pêşengiya guhertin û veguherîna civakê dubare nû dikin. Di heman demê de, em bang li hemû mêrên ku di nava rêxistinan de ne dikin: ji hişmendiya zayendperest û baviksalar xwe paqij bikin û bi jinan re li ser bingeha wekhevî û azadiyê têkilî ava bikin. Em dixwazin ku mêr jî guhertina xwe wek pirsgirêkeke bingehîn a azadiyê bibînin û ji bo vê yekê bi awayekî çalak têbikoşin.   Şideta li dijî jinan divê tenê wek pirsgirêkeke kesane neyê nirxandin. Ev êrîşeke ku ji hişmendî û pergala baviksalar tê û di asta avahiyên civakê de xwe nîşan dide. Di van salên dawî de, li welatê me Kurdistanê ku têkoşîna şoreşa pozîtîf a bi pêşengiya jinan ji jin û gelên cîhanê re bûye çavkaniya îlhamê, mêrserweriya hegemonîk êrîşeke pir rêxistinkirî dike. Êrîşên ji bo tunekirina destkeftiyên şoreşa jinan li Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, berdewamiya dîlgirtina 2 hezar û 700 jinên Êzîdî yên Şengalê ku di sala 2014’an de ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin revandin û kirin kole û gefa darvekirinê ya li ser jinên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêşengiya serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” kirin, hemû nîşanên vê şerê cîhanî ne. Hemû êrîşên li dijî jinên Kurd, destkeftiyên wan ên hevpar û îradeya wan ji bo me sedemên têkoşînê ne. Em bi boneya 25’ê Mijdarê bang li hemû jinên ku li Ewropayê rêxistin dibin dikin ku li ser bingeha “Jin, Jiyan, Azadî” piştgirî û berxwedana hevpar xurt bikin û li dijî qirkirina jinan bi hev re têbikoşin.   Rêya rawestandina her cure şideta baviksalar û dewletê, tenê bi mezin kirina rêxistinbûna jinan û hêza wan a siyasî ve pêkane. Heta ku em wek jin rêxistin bibin, dikarin hişmendiya xwe bilind bikin, îradeyeke hevpar ava bikin, li dijî hişmendiya mêr-serwer helwesteke hevpar nîşan bidin û bibin hêza çareseriyê. Ji ber vê yekê, em wek TJK-E bang li hemû jinên Kurd ên li Ewropayê dikin ku rêxistin bibin û bi awayekî hevpar û komunal li dijî şideta mêran rawestin. Tu jin ku jiyana wê di xeterê de ye, divê bi tenê nemîne. Em wek jin divê berî her tiştî li hemberî hev hestyar û berpirsiyar bin. Divê em çavên xwe negirin, bêdeng nemînin û bêhelwest derbas nebin. Her wiha, em wek tevgerên jinan, bi berpirsiyariyeke mezin re rû bi rû ne. Divê em li hemberî qirkirina jinan û şideta baviksalar ku her roj zêde dibe, hem di qada civakî de hem jî di qada siyasî de têkoşîna xwe xurtir bikin.   Divê em siyaseta azadiya jinan pêş bixin û pêk bînin. Bi vî awayî em dikarin hem pêşî li hemû êrîşên li ser hebûna jinan bigirin, hem jî jiyana azad a ku em dixwazin hêdî hêdî ava bikin. Li ser vê bingehê li dijî pergala baviksalar û dewletperest ku civakan dike nava şer, wêranî, şidetê, em dibêjin: “Niha Dema Jinan e!” em jiyana azad, aştiya bi rûmet û pergala civakî ya demokratîk ava bikin.”