Êrîşên bi dronan pêşeroja zarokên Sûdanê dikin xetereyê 2026-11-11 13:31:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrîşên zêde yên dronan de, nêzî 270 zarok hatine kuştin û birîndarkirin. Ev êrîş ewlehî, perwerde û gihîştina avê, ji niştecîhan distînin. Di heman demê de, hişyarî li ser firehbûna qada pevçûnê û zehmetiya gihandina alîkariyên mirovî, tê kirin.   Zarokên Sûdanê di nav krîza mirovî û mafên mirovan a herî mezin û giran de ne. Krîza ku ji ber şerê ji Nîsana 2023’an ve didome derketiye holê, zarok kirin navenda trajediyê. Bi milyonan zarok, ji ber encamên wêranker û rasterast ên şer, di hemû aliyên jiyana xwe de bedêlek giran didin. Ev rewş jiyana wan a niha xirab dike û pêşeroja wan dike bin metirsiyê.   Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Zarokan (UNICEF) duh ragihand ku êrîşên bi dronan, bûne sedema kuştin û birîndarkirina nêzî 270 zarokan. Ev hejmar jî, ji sedî 66’ê tevahiya zarokên li Sûdanê di navbera Çile û Îlona îsal de hatine qetilkirin, pêk tîne. Rêxistinê destnîşan kir ku bikaranîna dronan sê tiştên bingehîn ên wek ewlehî, perwerde û av ku ji bo gelê Sûdanê pêwîst in, dike xeterê. Her wiha hişyarî da ku ev çek êdî şerê trajîk rasterast dighînin herêm û civakên ku berê ji bo niştecîh û malbatên wan wek cihên bicewle dihatin dîtin.   Krîza herî mezin a birçîbûn û koçberiyê ya li cîhanê   Şerê ku ji Nîsana 2023’an ve di navbera Hêzên Desteka Lezgîn û Artêşa Sûdanê de didome, li gorî texmînên xebatkarên qada mirovî, bûye sedema kuştina zêdetirî 200 hezar kesan. Her wiha ev şer bûye sedema krîza herî mezin a birçîbûn û koçberiyê ya li cîhanê.   Berdevkê UNICEF’ê destnîşan kir ku zêdebûna bikaranîna dronan ji bo hedefgirtina binesaziya sivîl, bandorên pêla hişkesaliyê ya ku Sûdanê dike bin bandora xwe jî, girantir dike. Wî hişyarî da ku dron û hişkesalî, zarokên Sûdanê ji her alî ve di bin zextê de dihêlin. Wî got ku tenê di Cotmehê de, santralên hilberîna elektrîkê li deverên cuda yên welêt, herî kêm 15 caran rastî êrîşên dronan hatine.   ‘Zarok rastî awayên herî giran û kujer ên kêmxwarinê tên’   Her wiha berdevk destnîşan kir ku hedefgirtina Navendên elektrîkê, dibe sedema rawestandina pompeyên avê û astengkirina pêvajoya paqijkirina avê. Ev yek malbatan neçar dike ku serî li çavkaniyên din ên biha û bê ewle bidin. Di encamê de, jiyana niştecîhan dikeve bin metirsiya nexweşiyên ku bi rêya avê belav dibin, yên mîna kolera.   Tê payîn ku îsal nêzî 825 hezar zarokên di bin 5 saliyê de, dikarin rastî awayên herî giran û kujer ên kêmxwarinê bên.