YJK-E û KON-MED: Di cînayeta Vesîle Akin de divê berpirsiyar hesab bidin 2026-11-11 13:23:16   NAVENDA NÛÇEYAN - YJK-E û KON-MED'ê bi tundî qetilkirina Vesîle Akin a dayika pênc zarokan 35 salî ya li Durenê dijî ya ji aliyê hevjînê wê ve şermezar kir û ji ber neparastina wê bertekên xwe nîşanî dewletê da.   Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) û Konfederasyona Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: ‘’Me  bi hêrs û xemgîniyeke mezin bihîst ku Vesîle Akin a li bajarê Duren ê Elmanyayê dijî ya 35 salî û dayîka pênc zarokan ji aliyê hevjînê xwe yê ku ji hev cuda dijîn ve bi kêrê hatiye qetilkirin.’’   Di daxuyaniyê ev yek hatin gotin: ‘’Demeke kurt beriya niha me li hemberî qetilkirina Endayê ya li Coesfeldê dengê xwe bilind kiribû. Roja îroyîn em dubare dibin şahidê qetilkirina jineke din. Nav û bajar diguherin lê belê tundiya mêran û êşên jin dikşînin, naguherin.’’   Dewama daxuyaniya YJK-E û KON-MED'ê’yê bi vî rengî ye:   “Tundiya li ser jinan bes ne berpirsiyariya jinan e, berpirsiyariya hemû civakê ye. Qetilkirina jinekê, êrîşeke li hemberî pêşeroja civakê û jiyana hevpar e.   Li gorî agahiyên li ser çapemeniyê Vesîle Akin, beriya niha bi egera ku gef lê hatine xwarin serî li polîsan daye û daxwaza parastinê kiriye. Tê diyarkirin ku tevî tedbîrên dûrxistinê jî gef lê hatine xwarin. Lê belê Vesîle Akin nehate parastin. Roja îroyîn pênc zarok bê dayîk man.   Dema ku jinek diyar dike ku gef lê tên xwarin, alîkariyê dixwaze û ji bo parastinê serî li dewletê dide ji bo pêşîlêgirtina qetilkirina wê divê hê çi bike?   Qetilkirina jinan polîtîk e! Divê biryarên parastinê li ser kaxezê nemîne û mafê jiyana jinan were misogerkirin. Divê serlêdanên Vesîle Akin û tedbîrên parastinê bi awayekî zelal û serbixwe werin lêkolînkirin û berpirsiyarên îhmalên muhtemel hesabê bidin.   Em li gel pêngava xwe ya ‘’Em Li Hemberî Qetilkirina Jinan û Zîhniyeta Serweriya Mêran Têkoşîna Xwe Ya Civakî Mezin Dikin’’ ku me di 1’ê Mijdarê de da destpêkirin û em ê heya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar bidin domandin, tam jî balê dişînin ser berpirsiyariya civakî.   Qetilkirina Vesîle Akin, careke din nîşan dide ku ev têkoşîna me daye destpêkirin çi qasî jiyanî ye.   Em li dijî qetilkirina jinan jiyanê, li dijî zîhniyeta serweriya mêran azadiya jinan diparên û Têkoşîna Xwe Ya Civakî Mezin Dikin!’’