Saziya Sara daxwaza qanûnên adil û darizandina kujerên jinan kir 2026-11-10 16:14:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi daxuyaniyekê daxwaza danîna zagonên zelal û cidî ji bo misogerkirina serxwebûyîna dadwerî ya jinan û rêgirtina ber paşguhkirina darizandina sûcdaran li Sûriyeyê kir, da zanîn ku divê veguhertinên heyî nebin sedema ku hesab ji sûcdaran neyên xwestin, rê nede jî ku dozên jinan ên girêdayî kuştin û qetilkirinê werin paşguhkirin.   Saziya Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi boneya 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.   Saziyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser roja 25`ê Mijdarê û diyar kir ku ew diyar dikin tundiya heyî ya li dijî civakê bi hemû rengên wê, binpêkirineke li dijî mafê mirovan û rûmeta jinan, ew astengiyeke esasî ya li pêşiya pêkanîna wekhevî, edalet, avakirina civakeke bi ewle û demokratîk.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev roj di demekê de ku jin û keç li seranserî cîhanê rastî binpêkirinan tên, tê pêşwazîkirin, jin û keç li beramberî tundiya bedenî, derûnî, zayendî, aborî û civakî rû bi rû ne, li aliyeke din li dijî jinan sûcên kuştinê, tundiya malbatî, zewaca bi darê zorê, destdirêjî û bi rêya amûrên elektronîk rastî zextê tên, hîn jî ev binpêkirin li ser jiyana jinan, ewlebûn û mafê wan ê azadî, serxwebûyîn û rûmetê xetereyeke heqîqî ava dike.   Saziyê di daxuyaniyê de da zanîn ku berdewamkirina pêkanîna sûcên kuştina jinan, bi taybet ên ku di hundirê malbatê li ser destê hevjîn an bi destê ferdek ji malbatê pêk tên, xetereyeke çanda cudekariyê û reva ji darizandinê aşkera dike, derketina li hemberî tundiyê tenê bi avakirina hişmendiyeke civakî pêk nayê, divê rêkarên qanûnî û sazîbûnê yên cidî ku pê jin bên parastin û sûcdar werin darizandin pêk werin.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Sûriyeyê veguhertinên siyasî, sazîbûnê, dadmendî û civakî pêk tên, ev qonax herî zêde bi hacetî misogerkirina mafê jinan û parastina wan, gihandina wan a ji bo edaletê ye, divê rê neyê dayîn ku pirsgirêkên ewlehiyê, dadmendî û îdarî rê li ber darizandina sûcdaran bigire, dozên tundî, kuştin û destdirêjiya zayendî werin paşguhkirin.   Daxwazên ku saziyê di daxuyaniyê de pêşkêş kirine, wiha ne:   - Ji bo dîtina hemû cureyên tundiya li ser jinan wekî sûc, divê zagonên zelal ku pê parastina qanûnî ya jinan bê kirin, werin danîn.   - Divê sûcdarên ku sûcên kuştin, destdirêjiya zayendî û tundiya malbatî pêk anîne, bên darizandin.   - Ji bo dabînkirina gihandina jinan ji bo edaletê bûyî cudakarî û zextên civakî, serxwebûna dadmendî û bi lez çareserkirina dozên tundiyê were misogerkirin.   - Divê beşdariya jinan û temsîla wan a çalak di saziyên zagonsazî, îdarî û cihê biryarê de were pêşxistin.   - Divê rêxistinên jinan û yên hiqûqî beşdarî pêvajoya çêkirina qanûnên girêdayî parastina jinan û têkoşîna li hemberî tundiyê bibin, ji pisporiya jinan a ji bo şopandina dozan û belgekirina binpêkirinan sûd were girtin.   - Ji bo jin û keçên ku rastî tundiyê hatine, navendên parastinê bên vekirin, xizmeta ji bo piştgiriya derûnî, civakî û qanûnî ji bo wan were pêşkêşkirin.   - Ji bo xebatên guhertina zîhniyet û çanda ku tundiyê normal dibîne, kampanyayên pêşxistina hişmendiya civakî werin zêdekirin.   - Ji bo destwerdana bilez a ji bo giliyên tundiyê, divê rola saziyên ewlehiyê û dadmendiyê bê pêşxistin, ji bo parastina jin û keçan rêkarên pêwîst bên girtin.   Di dawiya daxuyaniyê de saziyê da zanîn ku têkoşîna li dijî tundiyê ne berpirsyariya jinan tenê ye, ew berpirsyariyeke giştî ye û erka saziyên fermî, dadmendî, ewlehî, rêxistinên sivîl û civakî ye jî, ew wekî sazî dê parastina mafê jinan bikin û dozên tundiyê bişopînin.