Li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan daxuyanî hat dayin 2026-11-10 15:10:57   ÊLIH - Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê têkildarî binpêkirinên mafan ên ku li girtîgehan tên sepandin û mirina girtiyê nexweş Tûncer Saglam daxuyanî hate dayîn. Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû Kûtevî di daxuyaniyê de bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan tên domandin û got: “Divê Wezîrê Edaletê bikeve nava liv û tevgerê.”   Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk ên Êlihê têkidarî binpêkirinên mafan ên ku li girtîgahan tên domandin û mirina girtiyê nexweş Tûncer Saglam li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê daxuyanî da. Rêveber û endamên partiyên siyasî yên bajêr, parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû Kûtevî, Dayîkên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê û gelek rêveber û endamên saziyên sivîl ên demokratîk ên bajer beşdarî daxuyaniyê bûn. Girseyê pankarta “Ji bo mafê jiyanê divê girtiyên nexweş bi lez bên berdan” hilgirt û dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.   ‘Em vê ferasetê şermezar dikin’   Hevserokê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên û Hikumxwaran re (TUAY-DER) Hasan Arigtekîn diyar kir ku tevî ku li Tirkiyeyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kiriye jî nêzî 2 meh in li ser girtiyan sepanên derveyî exlaqî tên domandin û wiha axivî: “Girtiyên ku nexweşiya wan a penceşêrê hene ku li ser doşeka mirinê ne jî nayên berdan, nayên dermankirin û wan nabin nexweşxaneyan. Berdana wan bi raporên ATKê jî tên astengirin û di girtîgehê de şehîd dibin. Em vê rewşê qebûl nakin. Em vê ferasetê şermezar dikin. Heke pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hebe, divê Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Dadê bi awayeke lezgîn gav biavêjin û hemû girtiyên nexweş berdin.”   ‘Divê Wezîrê Edaletê bi bikeve nava liv û tevgerê’   Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû Kûtevî jî bal kişand ser du salên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiye destpêkirin, diyar kir ku ji ber ku cenazeyên gerîla, leşker û polîsan neyên, ew kêfxweş in û got: “Lê mixabin em dibînin di zindanan de hevrêyên me şehîd dikevin. Mixabin ji bo ku rê li ber kiryarên wiha bê girtin. Heta niha dewletê gaveke wisa şênber neavêtiye. Tevî ku îro li her derî şerê çekdarî hatiye sekinandin jî dîsa li zindanan kiryarên neyênî berdewam dikin. Di nava di salan de tevî pêvajo heye jî 15 hevrêyên me di zindanan de şehîd ketine. Em li vir dipirsin çima ji bo van pirsgirêkan çareseriyek pêk nayê? Her roj li van kolanan zarok, dayîk û gelek ferdên civaka me dengê xwe bilind dikin û doza mafên xwe yên mirovî dikin. Ger ku îro li zindanan girtiyên nexweş hebin û jiyana xwe ji dest didin divê Wezîrê Edaletê bi bikeve nava liv û tevgerê. Tevî raporên ATKê jî înfaza wan tê şewitandin û neyên berdan.”