Ji Pênûsa Jinan a li Misrê atolyeya nivîsên hiqûqî 2026-11-10 11:37:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya kampanyaya ‘Pênûsên Jinan’ de, Navenda Jînolojiyê ya Fikir û Lêkolînan li Misrê atolyeya sêyemîn li ser nivîsandina hiqûqî li dar xist û rêbazên nivîsandina mafparêziyê û bikaranîna yasayan ji bo parastina mafên jinan nîqaş kir.   Di çarçoveya kampanyaya “Pênûsa Jinan” de, sêyemîn atolyeya perwerdeyê ya Navenda Jinolojiyê hat lidarxistin. Di atolyeyê de bal hat kişandin ser xurtkirina  beşdaran di warê nivîsandina têkldarî mafên yasayî û mafên mirovan de. Di vê çarçoveyê de beşdar û pisporan awayên amadekirina raporên hevpar û mekanîzmayên piştrastbûnê bi nivîsên parêzvanê mafên jinê nirxandin.   Li gor nûçeya NÛJINHA'yê êvara roja 9’ê Mijdarê, Navenda Jineolojiyê ya Raman û Lêkolînan, di çarçoveya kampanyaya "Pênûsên Jinan" de, sêyemîn atolyeya xwe ya perwerdeyî ya li ser nivîsandina di warê hiqûq û mafên mirovan de li dar xist. Di vê atolyeyê de, Seroka Navenda Jineolojiyê ya Raman û Lêkolînan Dr. Dîna Muhsen û Rêvebera Cîbicîkar a Navendê Nûjîn Yûsif amade bûn. Her wiha çend pispor jî beşdar bûn, di navbera wan de parêzer û parêzvana mafên mirovan a ji Sûdanê Selwa Ebsam, Dr. Kerîme El-Hefnawî û şêwirmendê hiqûqî Husam Elam jî hebûn.   ‘Rêgezên nivîsandina hiqûqî û mafparêziyê’   Di dersa yekem de, parêzer û mafparêza Sûdanî Selwa Ebsam bingehên nivîsandina hiqûqî û mafparêziyê rave kir destnîşan kir ku bîranînên hiqûqî û mafparêziyê li gorî aliyê ku tên şandin û armanca amadekirina wan diguherin û got: “Ev bîranîn dikarin ji bo dadgehan bên amadekirin, an jî wekî name û daxwazname ji saziyên mafparêziyê û rêxistinên navnetewî re bên şandin. Her wiha dikarin der barê pêşnûmeyên yasayan de bin û tê de nêrîn û şêwirmendiyên hiqûqî bên pêşkêşkirin. Ji bilî van, raporên siyê û raporên hevpar ên ku rêxistinên civaka sivîl amade dikin jî di vê çarçoveyê de cih digrin.   Salwa Absam behsa pîvanên pîşeyî yên amadekirina belgeyên hiqûqî kir û bal kişand ser girîngiya bikaranîna zimanekî zelal û termînolojiyeke tam û got ku divê mirov li ber çavan bigre ka wergirê belgeyê kî ye û serweriya hiqûqî çi ye. Her wiha pêwîst e mirov xwe bispêre çavkaniyên hiqûqî yên têkildar û biryarên dadgehê yên berê (emsalên dadwerî) û beriya amadekirina îdia û argumanên hiqûqî, piştrast bibe ku têgihîştineke rast der barê çarçoveya desthilatdariya dadgehê de heye.”   ‘Rêbazên amadekirina gotara mafparêziyê’   Di dersa duyem de, Dr. Kerîme El-Hefnawî li ser rêbazên amadekirina gotara mafparêziyê û awayê bikaranîna zanîna hiqûqî di nivîsandina rojnamegeriyê de axivî, girîngiya zanîna nivîskar ji zagon û peymanên navnetewî yên têkildarî mijara ku tê nirxandin destnîşan kir. Her wiha got ku ev yek rastiya agahiyan misoger dike û şiyana nivîsê ji bo belavkirina hişyariya li ser mafên mirovan û parastina maf û azadiyan xurtir dike.   Her wiha girîngiya piştrastbûnê bi bendên destûrî dema mijarên jinan tên nirxandin rave kir, behsa madeya 11’emîn a Destûra Misrê kir û destnîşan kir ku ev made berpirsyariya dewletê ya pêkanîna wekheviyê di navbera jin û mêr de di hemû warên jiyanê de dihewîne. Her wiha mafê jinan ê girtina karên giştî, astên rêveberiyê û tayînkirina di saziyên dadweriyê de misoger dike.   ‘Destûra Misrê û parastina mafên jinan’   Dr. Kerîma gavên rêbazî yên amadekirina gotara mafparêziyê jî rave kir û wiha bi dawî kir: “Ev gav ji diyarkirina mijarê, armanca nirxandina wê û xwendevanên armancgirtî dest pê dikin. Paşê lêkolîn, berhevkirina agahiyan û hilbijartina sernaveke guncaw û balkêş tên. Di dawiyê de gotar ji pêşgotinek ku mijarê dide nasîn, beşa sereke ku agahî û analîzê pêşkêş dike û encamekê ku kurteya nirxandinê yan jî pêşniyar û daxwazan dihewîne pêk tê. Armanca vê atolyeyê ew e ku beşdar di warê amadekirina bîranînên hiqûqî û mafparêziyê û nivîsandina gotarên pisporiyê de şiyanên pratîkî bi dest bixin, şiyana wan a bikaranîna amûrên nivîsandinê di nirxandina mijarên civakî de bê xurtkirin û mafên jinan bên ronîkirin, hişyariya ji bo wan zêdetir bibe.”